3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xweda Xweza Ezda; Êzidî -III

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Hooo zêmarbêjê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatî zêmara “dêran” bilorînî?

Kesên dilê wan ji barê êşa vê zêmarê hilgirtî! Wa bihesibînin nivîskarên van reşbelekan, zêmarbêjekî xeşîm e. Niha dê bi xeşîmî, ji we re zêmara dêran bilorîne.

Dêran, yanê çi? Dêran, ango ji daristanekê bimîne kom-darek, ji kom-darekê bimîne darek, ji darekê bimîne gulîyek, ji gulîyekî jî bimîne gopalek.

Ji welatekî bimîne bajarek, ji bajarekî bimîne gundek, ji gundekî bimîne malek, ji malekê jî bimîne kokim-kalek.

Ji împeretoriya Xalta maye herêma Xalta, ji herêma Xalta maye eşîra Xalta, ji eşîra Xalta maye çend gundên xaltayî û ji wan çend gundan jî maye apê Pîr Hemê yê 89 salî. Niha jî hûn ê zêmara apê Pîr Hemê yê Kurdê êzdî bixwînin û guhdarî bikin. Fermo!

 Dêran

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatî zêmara şêrê birîndar, bilorînî?

Gopalê apê Pîr Hemê yê tenêmayî, li bere û bi gavên westiyayî dimeşe. Te dê bigota qey gopalê wî, texlîda pişta wî ya xûz kiriye. Kalîtiyê pişt lê xûz û çong lê tewandî kiribe jî, lê dîsa jî nikarîbû bejna wî ya dirêj, kurt bide xuyakirin. Jixwe hemû gerok, çavdêr û dîroknasan dane xuyakirin, gelê xaltayî bejin-bilind bûne.

Ez û ew em bi hev re dimeşin. Apê Pîr Hemê, gavên fire ji hev vediqlêşe, lê zû diweste û hema li wê derkê xwe bera ser kursiya pilastîk dide.

Ez xwe digrim û berdidim, nizanim ka bi pireseke çawa kulên wî nikilderî bikim. Meriv fikaran dike, hema bi carekê birîna wî der bibe û meriv bimîne di bin bendava êş û elemên wî de. Bi pirsa yekemîn re, bejna xwe ber pêş ve tîne û nola marê teyar xwe di ser min de kokevanî dike. Sivik-bayek li bin simbêla wî ya gij dixîne. Simbêl, li ser lêva radibin mîna sîxên sîxurrekî firşikteng ku xwe ji sîx-reşandinê re adamdekirî be. Bi sewteke hêrsokî û lomebarkirî, diqîre. Heta heft bavê xwe ji min re dihejmêre ku ew xwediyê wan erd û ava ne. Ji tiliya xwe ya qeleqûçkê destpêdike: “Bekir, Kemo, Silêman, Emer, Simaîl, Hecî, Hemê”

Apê Pîr Hemê, dixwaze biqîre. Lê bila çavê kalbûyînê birije. Qîrîneke fetisokî ji gewriya wî hildibe, dibêje: “binêre vaye min ji te re navên heft bavên xwe jimart. Û tapuya me jî heye.”

Destê xwe li çonga xwe dixîne. Destê xwe yê bi qasî rimekê dirêj, ber bi mala xwe ya duqat ve dirêj dike, dibêje: “Çongên min diêşin. Ez nikarim herim jor. Tapu li jor in…”

Apê Pîr Hemê berdewam dike: “Hîn jî me rehet bernadin. Hinek van rojan fesidîne me, dibêjim em ê çewlika dewaran li nava gund çêbikin. Tînin rêxa dewarên xwe li nava gund vala dikin.”

Apê Pîr Hemê, nola şêrekî birîndar, bermala xwe dihefidîne. Lê çi bikî! Tu Rûstemê Zal be jî, destê tenê deng jê nayê. Di demajoya hevpeyvînê de, hestiyar dibe. Lome jê nabe. Karesatên bi serê wan de hatî, bila di serê dar û beran de neyê.

Di dilê xwe de dibêjim: Belê apê Pîr Hemê, bê xwedê dibeee, bê xwedî nabe! Lê mixabin, heta tevgera kurdên nûjen yên van salên dawî, me xwedîtî lihev nekir. Beriya tevgerên kurdên nûjen, kurdên misilman yên paşverû ku heta çend bav berê êzdî bûn, lê ji tirsan dînê kal pîrên xwe terikandin û misilman bûn. Vêca hinek ji wan li kurdên êzdî hatibûn xezebê.

Di nava demajoya dîrokê de, çi gava kurdan, dîn dane paş û kurdayetî derxistine pêş, hingê serkeftinên mezin bi destxistine. Nimûneya wê ya berbiçav jî, tifaqa Mila û Şerqiya ango ya Zortemîr Paşayê Milî û Evdiyê Milhim-Dewrêşê Evdî yê Şerqî ye. Her wiha niha jî nimûneya Şengalê eyan li ber çava ye.

Koçberiya Xalta ya ji Serhedê

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatî zêmara sozên jibîrkir, bilorînî?

Di şerê Çardêranê de, Osmanî, bi destega mîrên kurdan, li hemberî Sefawiyan bi serdikeve. Di ser şerê Çardêranê re, nêzî sed salan derbas bûbû. Êdî Osmanî bûbû zir-împeretoriyeke dêwasa. Lema jî Osmanî, girêka xwe bi pişt xistibû û mineta wan ji mîrên kurdan nemabû.

Sozên dabûn mîrên kurdan? Sozên çi, halê çi! Ha soz ji deva derket, ha tirek ji qulê filitî.

Osmaniyan êdî dixwest hêdî hêdî pergala statuya mîregiyên kurdan yên nîvserbixwe, belav bikin. Lema jî ji kurdên êzdî, dest bi kiryarên xwe yên xerab kirin. Lewra kurdên êzdî, çeka destê mîrên kurdan ya herî hêzdar bû. Lehengiya egîdên êzidiya, dinya dagirtibû. Lê ji ber ew êzidî bûn, pir bi hêsanî dikarîbûn kurdên sunî li hember wan bihata sorkirin. Ev pilaneke xiniz ya şêr bi şêr bide xeniqandin bû.

Osmanî, li gel hinek eşîrên hevkarê xwe yên kurdên paşverû, di nîvê sedsala 17’min de dajon li ser kurdên êzidî. Êzidîyên xaltayî, ji derdora Wanê koçber dibin û bi hezaran, derbasî deşta Xerza dibin û li wir bi cih dibin.

Li Rojava çemê Batmanê, li Başûr çemê Dîcle, li Rojhilat çemê Botan û li Bakur jî behra Wanê, sînorê eşîra Xalta dihundurand. Paşê heta Kobanê û Şengalê jî diçin.

Hemû çavkanî yên dîrokî didin xuyakirin ku ev eşîra dêwasa paşhatiya împeretoriya xalatayî yê dêrîn e. Ev damara kurdên dêrîn ya êzidî, tim û daîm xwe wekî xaltayî û navbera van çemên ji wan re bûne sînor ku min ew li jor destnîşan kiriye jî, wekî welatê Xalta pênase kirine. Ev ji bo gelê kurd, mijareke jiyanî, her wiha pir û pir girîng e. Lewra, ti çavkaniyeke dîrokî nikare xelekek ev çend zexm wanî di navbera xaltayîyên dêrîn yên sê hezar 300 sal berê û xaltayîyên roja me wanî bi heve girê bide.

Paytexta welatê Xalta jî gundê Ridwanê bûye. Heta sed sal berê jî gundê Ridwanê navçe bû.

Dîroknas Xerzî Xerzan dibêje: “Bi raya min Ridwanê, navê xwe ji Wana-Rind wergirtiye. Di nava demajoyê de tîpa “n” ketiye, bûye Rid-Wan. Ango divyabû, Rind-Wanê bûya.”

Bi raya min ev analîza bêjanasî ya birêz Xerzî Xerzan a li ser gundê Ridwanê kiriye, sedî sed di cî de ye. Lewra paytexta Xaltayî û dergehê Ezdan Xaltî li Wanê ne. Û bi raya min divê dergehê Ezdan Xaltî, bibe qiblegeha êzidiyên xaltayî û kurdên nûjen.

Mala Zoro Axa

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatî zêmara egîdê xwediyê rima sêhrawî bilorînî?

Di ser bicihbûyina xaltayîyên li herêma Xerza re 200 sal derbas dibe. Di nava demajoya 200 salan de nola êzidiyên li herêmên din, ew jî tûşî gelek fermanan tên. Êrîşên bênavber, toximên egîdan ji nava wan kêm kiriye.

Ji nava welatê Xalta, malbatek heye jêre dibêjin mala Kok Axa. Erê dibêjin axa, lê di rastiya xwe de ew mîr bûn. Mîrê welatê Xalta bûye. Wekî ji nav jî eyan dibe, bi “koka” xwe serkêşên xaltayiyan bûye.

Egîdekî bi navê Zoro (nevîçirkê Kok Axa) hebû ye. Lehengiya wî, erd û ezman dagirtiye. Hesab bikin, Mîrê Botan jî, ji ber wî daxwarî ye.

Çar kurên Zoro Axa hebûne. Bişar, Îskan, Qaso û Sêrdîn. Yek ji yekî egîdtir bû. Bişarê Zoro, xwediyê rima sêhrawî bûye. Zû zû kesek ji ber rima wî ya dûr-avêj nefilitiye. Îskanê Zoro jî, di şerekî de bi xedarî birîndar dibe. Lê ji egîdên hevalê xwe tika dike ku wî li ser hespê wî girêbidin. Da ku neyar bi çavên xwe nebînin ew ji ser hespê xwe bikeve xwarê. Û egîdên xaltayî yên wekî din jî, gelek hebûne.

Em van egîdan bihêlin li vir. Bila ew şûr û rimên xwe li çerxê bixin. Em derbasî ba Mîrzikê Zaza bibin.

Mîrzikê/Mîrzeyê Zaza

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatî zêmara dara pîr, ya zewala wê ji wê bilorînî?

Li derdora salên 1830’î heft malbatên di bin sîwana konfederesyona Xalta de bûn, li hev dicivin û Mîrzikê Zaza ji xwe re wekî serkêş hildibijêrin.

Mîrzikê Zaza, di şerê xwe de egîdekî bê tirs bûye. Di karê rêvebiriya Xalta de jî, mîrekî bexşende û dadimend bûye. Xususiyetekî wî yê eyan jî ew bû: Cendekê neyarê xwe, her kefenkirî binax kiriye.

Şêx Qasimê Têlanî (Têlan, gundekî Misircê ye) çiqas murîd û sofiyên paşverû hebûn ji herêmê berhev dikin û dişînin li ser xaltayiyên welatê Xalta. Şêx Qasim, ji murîd û sofîkên xwe re dibêje: “Şûrê êzidîyên  kafir’ canê we nabirin. Û qetla wan li we helal e. Her wiha jin û malên wan jî.” Û dibelişin ber hev; cilqîniyê ji hevdu tînin. Nola şerê du dewletan, wanî bi hev re şer dikin.

Gava egîdên Xalta, şûrê xwe dawdişînin ji hustuyê sofîlokên Şêx Qasim de, şûrê wan nabêjin na û bi dilbijandin wan qirrim dikin.

Şêx Qasim ê bê keramet, têkdişkê. Aşê avê, bi xwîna sor digere. Lêmişta laşên kurdên herdu aliyan, li ber çemê Bota digewime û piştre li gola Natoran gerrîneka cendekan, bênder digerîne. Evîndar û destgirtiyên egîdên xaltayiyan, keziyên xwe yên nola lefekên marên reş ên nû kefen-avêtî, kur dikin û bi kêla egîdan ve darve dikin.

Şêx Qasim, hawarê ji osmaniyan dixwaze. Bi fermana waliyê Mûsilê, serleşker Hesabê/Esafê Cibo yê Gergerî, ji keleha Rimêla, bi 30 hezar sofî û leşker, her wiha bi deh hezar siwarî, dajo li ser welatê Xalta.

Xaltayî, ji ber êrîşên dijwar gelkî tengav dibin. Mîrzikê Zaza, cimata rûsipyên xwe bi xwe re radikin û berê xwe didin ba Çelo yê Pîrmend.

Çelo yê 90 salî yê rûsipiyê rûsipiyan, Mîrzikê Zaza û meclisa wî bi dilovanî pêşwazî dike. Mîrzikê Zaza, ji Çelo yê pîrmend daxwaz dike, ji wan re tevdîrekê bigerîne. Da ku li hember êrîşên dijwar, bi ser bikevin.

Çelo yê Pîrmend, birhên xwe yên kulx yên nola du simbêlan ku miqîm ber çavên wî dinuxwumand, ji ber çavên xwe dide alî, destmalekê li ser girê dide û diçe li ber arê tifikê rûdinê. Bi destê xwe qehweyeke kurmancî ji Mîrzikê Zaza û cimeta wî re dikelîne. Tîne qehwê bi destê xwe jêre pêşkêş dike. Çelo yê Pîrmend, piştre vê şîreta efsanewî ji Mîrzikê Zaza yê mîrê welatê Xalta re pêşkêş dike. Dibêje: “Li qada cengê, bila egîdên Xalta li pêş bin. Bila egîdên mala Zoro jî li pişt wan paşmêrî bin. Gava egîdên mala Zoro çav li xwînê bikevin, xwe ranagrin û ew ê xwe li eniya pêş a şerî rakişînin. Ev yeka hanê, ew ê qayişkêşiyekê di navbera egîdên Xalta û yên mala Zoro de pêkwerîne. Hingê ti kes ew ê nikaribin xwe li ber wan egîdan rabigirin.”

Mîrzikê Zaza yê mîrê Xalta, bi ya Çelo yê Pîrmend dike û di şerê xwe de bi ser dikeve. Xaltayî di şerê xwe de bi ser dikevin. Lê çi xebînet, dawiya êrîş û fermanan nayê. Carekê şêxik-mêxikên hevalbendên Osmaniyan, kuştina êzidiyên xaltayî li murîdokên xwe helal kiribûn. Dawiya qirrik û qertelên çoloçiya dihat, dawiya murîd û sofîlokan nedihat.

Di şerekî dijwar de, Mîrzikê Zaza dîl dikeve destê Osmanî… Şevek ji şevên çileyê zivistanê, Mîrê welatê Xalta, Mîrzikê Zaza ji zindana Amedê direve. Ew û kurekî xwe ye. Tê xwe di şikefteke gundê Çinêra (gundê apê Pîr Hemê) de vedişêre. Lê şev sar e. Mîrê welatê Xalta û kurê xwe di wê şikeftê de diqerisin. Êzidiyên xaltayî, mîrê xwe ango Mîrzikê Zaza li goristana gundê Çinêrê binax dikin.

Niha apê Pîr Hemê, bi tena serê xwe li vî gundî dimîne. Naxweze bîrdariya Mîrzikê Zaza û egîdên welatê Xalta tenê bihêle. Nola şêrekî birîndar, wan diefidîne.

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatî zêmara “ji pezê pirr, maye kavirrê kurr” bilorînî? (Dawî)