17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajo dê ber bi aliyekî din ve biçe

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku dewleta tirk 7 sal in ne tenê li dijî Rojava li dijî Kurdistanê şer dike. Muslim got, “Bi tank û topan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Bi her awayî êrîşî kurdan dike. Êrîşên li ser Rojava jî parçeyek ji vî şerî ye. A duyemîn; bi vê rêvebriya faşîst re kurdofobî heye. Lewma ji bo kurdan tune bike û planên xwe pêk bîne, kî çi jê bixwaze dide, dide rûsan jî û dide Îranê jî. Ji bo kurdan têk bibe tiştê ku nayê bîra kesî dike.

Gotinek heye gelek tê gotin ‘Bila kurd dayika xwe nebîne’. Bi rastî jî bi vî rengî ye. Hêzên navneteweyî jî û NATO jî li ser kurdan vê polîtîkayê dimeşîne. Ji bo kurd tune bibin, ne tenê Rûsya yên din jî bi heman rengî dibêjin, ‘Tu ji bo me vî tiştî bike, em ê jî ji bo we li hemberî Kurdan bêdeng bin, yan jî bi rê û rêbazên cuda bibin alîkar’. Vê bi kar tînin. kurdofobiya Tirkiyeyê bi kar tînin.”

Salih Muslim di vê çarçoveyê de îşaret bi civîna li Tehranê kir ku serokê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tevlê bûn û wiha dewam kir, “Di vê civînê de qaşo li ser meseleya Sûriyeyê axivîn. Di nav de kesekî ku kurdan û Sûriyeyê temsîl bike tuneye. Lewma her kesî bi ya xwe kir. Ji bo Tirkiye êrîş bike destûr nehat dayîn. Bi rastî jî eger êrîşeke berfireh bibe, dikare gelek tiştan tevlîhev bike. Li Til Rifet û Minbicê ku Tirkiyeyê plan li ser çêkiriye, gelek hêz hene. Îran heye, Rûsya heye û yên din hene. Yekîneyên kurdan ên xwecihî hene, rejîma Sûriyeyê heye. Wê bandorê li gelek tiştan bike. Ji ber vê yekê tiştekî gelekî xetere ye. Lewma rê nedan. Gotin ‘Tu dikarî bi rêbazên berê dewam bikî. Bi drone, tank û topan dikarî li kurdan bixî’. Gotin ‘Eger şerekî bi vî rengî berfireh bibe wê zerarê bide me hemûyan’. Piştî hevdîtina li Tehranê, êrîşên li ser sivîl, leşkerî, hêzên ewlekariya hundirîn zêde bûn.”

‘Tirkiye ketiye hembêza Rûsyayê’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hevdîtina li Soçiyê jî bi bîr xist ku piştî hevdîtina li Tehranê pêk hat û wiha dewam kir: “Bi dîtina me, li Soçiyê bi hev şêwirandinê wêdetir, Pûtîn ferman da û got, tu dê vî tiştî bikî, vî tiştî nekî’. Bêguman meseleya kurd û meseleya Sûriyeyê jî parçeyek ji vê bû. Lê ji van jî wêdetir gelek tiştên din hebûn. Santrala nukleerê û hwd. li qada enerjiyê gelek peyman çêkirin. Rûsan dest danîn ser van hemûyan. Tirkiye kete hembêza Rûsyayê. Kes qala vê nake. Tenê qala meseleya Sûriyeyê dike. Di meseleya Sûriyeyê de jî bi rengekî aşkera hem wan gotin, hem jî Rûsan gotin, ‘Em ê bi rejîma Sûriyeyê re çareser bikin’.”

Hevdîtinên di navbera dewleta tirk û Şamê de tu encaman bi xwe re naynin

Li ser gotegotên hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Beşar Esad jî Salih Muslim wiha axivî: “Rejîma Sûriyeyê li ser kurdên sûriyeyî ji xwe xwedî planekê bû. Em ji berê ve bi vê dizanin; piştî salên 1970’î di mijara kurdan û guhertina demografiyê de gelek hewldan hebûn. Niha jî hewl didin vê bikin. Hem planên Tirkiyeyê hem planên rejîma Sûriyeyê hem jî daxwazên Rûsyayê hene. Tirkiye bi rastî jî wê di vir de zêde zêde winda bike. Erdogan jî bi vê dizane. Lê rewşeke tengav e. Eger vê neke wê çi bike? Dikare êrîş bike? Ne tenê meseleya kurdan, her wiha meseleya Idlibê û tevahiya Sûriyeyê heye. A duyemîn; dem ne dema berê ye ku êdî ji bo li hev bicivin û bi hev re tevbigerin divê wan îqna bikin.”

Ji bo pirsa, “Eger nêzî hev bibin, wê encameke çawa bi xwe re bîne?” Salih Muslim got, “Faşîzma tirk her kesî dixapîne. Ev yek li ser Sûriyeyê gelek caran kir. Gelo bi rastî jî bi gotinên nû dibêje, dewleta tirk an Erdogan wê karibin rêveberiya Şamê îqna bikin? Wê karibe atmosfereke baweriya bi hev biafirîne? Zehmet e. Rêveberiya Sûriyeyê ewqasî ehmeq nîne ku rabe her tiştî hembêz bike. Lê ev yek heye; Rûsya li ser rejîma Sûriyeyê serwer e. Dibe ku tiştekî bi vî rengî jê bixwaze. Bi rengekî aşkera dikare bixwaze yan jî veşartî. Jixwe fermanên xwe çi be wê ji Erdogan re bibêje. Dikare wan li hev bide rûniştandin. Ev ê bibe hevdîtineke ferzkirî. Çareseriyê wê bi xwe re neyne. Ne ji bo Sûriyeyê ne jî ji bo kurdan. Bi dîtina min encamên xwe jî wê gelekî xetere bin. Wê bibe zewaceke ferzkirî.”

‘Meseleya Idlibê ji meseleya kurd girîngtir e’

Têkildarî hevdîtineke li ser piyan a Mevlut Çavûşoglû ya bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re ku beriya 10 mehan hatibû kirin û niha kete rojevê, Salih Muslim wiha axivî:

“Gotin ku hevdîtineke li ser piyan a beriya 10 mehan bû. Bi dîtina min hevdîtineke li ser piyan hebû, li hev rûniştin. Mesele ew jî nîne. Em dizanin ku îstîxbarata rejîma Sûriyeyê li Moskovayê û gelek deverên din bi MÎT’ê re hevdîtin kiriye. Lê manîdar e ku bûyereke berê qewimiye niha aşkera kirine. Bêguman hewl didin bandora wê fêhm bikin. her wiha dixwazin peyamê bidin hin deveran; muxalefeta Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê. Lê dibe ku vê demê rasteqîn nebe.

Ji ber ku meseleyên cuda jî hene. Meseleya Idlibê ji meseleya kurd girantir e, bêhtir tevlî hev e. Heyet Tehrîr El Şam, Cephet El Nûsra, komên din ên radîkal vê yekê ti carî qebûl nakin. Wê ji vê yekê re çawa çareyê peyda bikin? Tiştekî tevlîhev e. Lewma mîna ku gotineke ji ber xwe ve gotiye xuya dike. Lê li ser meseleya kurd dibe ku hin tiştan bi hev re difikirin. Lê bawerim wê nikaribin bikin. Ji ber ku zehmet e Sûriye bi hêza xwe li çareseriyeke leşkerî bigere. Bi taybetî rêveberiya li vir û HSD li hemberî rejîmê neketin nava helwestekê. Hertim dixwaze bi rêya diyalogê çareseriyê çêbikin. Lê eger Tirkiye rabe zorê bide rejîma Sûriyeyê, bi dîtina min wê nikaribe bi ser bikeve.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî nîqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê jî nirxandineke bi vî rengî kir: “Mutabaqata Edeneyê jixwe peymaneke fermî nîne. A duyemîn, di navbera rêxistinên îstîxbaratê de hate gotin, tu dê nizanim bi 5 kîlometreyan karibî bikevî hundir, beriya çend rojan divê tu agahiyê bidî û bikevî hundir, piştre jî vekişî. Ev peyman divê ne ku bê nûkirin, divê ji holê bê rakirin. Lê Tirkiye hîn jî ji bo van bike bahaneyê dixwaze. Edene bahane ye, ji ber ku tiştekî din tune ye. Jixwe lihevkirina ku jê re Peymana Edeneyê dibêjin, lihevkirineke navbera du îstîxbaratan e. Ne li Neteweyên Yekbûyî qeyidkirî ye û ne jî wateyeke xwe ya navneteweyî heye. Ne haya gelê Sûriyeyê ji vê heye û ne jî li parlamentê hatiye qebûlkirin. Beriya ku ev êrîş bêne kirin haya gelê Sûriyeyê ji Mutabaqata Edeneyê tune bû. Tiştekî bi veşartî hatiye kirin.

‘Wê ji êrîşan re hincetê çêbikin’

Niha nîqaşên li ser nûkirina wê, hewldanek ji bo çêkirina hincetan ji êrîşan re ye. Niha wê ji ber xwe ve hincetan çêbikin. Cihê ku 30 kîlometre jê re dibêjin, temamiya herêma kurdan e. Dixwazin van deveran ji kurdan xalî bikin. Dixwazin plana xwe ya dagirkeriyê rewa bikin. Ne raya giştî ya navneteweyî, ne gelê kurd û ne jî gelê Sûriyeyê vê qebûl dike. Kes qebûl nake. Kes nafikire ku tiştekî bi vî rengî bibe. Rêveberiya faşîst a li Tirkiyeyê rûniştiye ji xwe re nexşeyek çêkiriye, dixwaze plana Osmanî pêk bîne. Ne pêkan e ku ev yek bibe. Hem gelê kurd li hemberî vê li ber xwe dide, hem jî gelê Sûriyeyê qebûl nake. Ne pêkan e ku rejîma Sûriyeyê vê qebûl bike.”

‘Faşîzma dewleta tirk wê têk biçe, gelê kurd wê biser bikeve’

Salih Muslim destnîşan kir ku gelê Kurd êdî hebûna xwe ispat kiriye û got, “Li ber xwe dide, rêxistiniya xwe pêk aniye. Ev ne tiştekî welê ye ku du alî li hev bikin û tune bikin. kurd vê qebûl nakin û ev plan bi rê ve naçe.”

Salih Muslim destnîşan kir ku fazîma dewleta tirk wê têk biçe, gelê kurd wê bi ser bikeve û got, “Di meseleya Rojhilata Navîn de êdî her tişt diyar bûye. Kesên ku berê ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin xapandin wê êdî neyên xapandin. Bawer im pêvajoya ji niha û pê ve wê ber bi aliyekî din ve biçe.”