2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sohêl Xorşîd di êrîşekê de jiyana xwe ji dest da

Îro di saetên sibê de encûmenê giştî ya Tevgera Azadiyê Sohêl Xorşîd ku weke Mamosta Şemal dihat naskirin ji aliyê çend çekdarên nenas ve li ber mala xwe ya li Kifriyê hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Hevseroka giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Hisên têkildarî vê bûyerê ji ANF’ê re axivî û got: “Bêguman ev êrîş li ser Mamosta Şemal hatiye kirin û êrîşeke terorîstî ye. Ji ber ku mamoste di jiyana xwe de tu zirara wî ji bo tu kesî nebûye û tu pirsgirêkeke xwe ya civakî tunebûye ev êrîş lê kirin.”

Hat zanîn ku cenazeyê Mamosta Şemal rakirine Tiba Edlî ya Kelarê.

Mamoste Şemal nivîskar û dîroknas bû û di heman demê de xebatkarê Buroya Çandiniyê ya Kifriyê bû.