4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK rê ji AKP’ê re çêdike

Êrîşên berfireh ên AKP’ê bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê nîsanê de dabûn destpêkirin didomin. Artêşa tirk tevî bi bikaranîna çekên kîmyewî û çekên taktîkî yên nukleerî careke din ket Sendroma Zapê. Ji bo vê yekê careke din hêza PDK’ê ya taybet xist dewreyê. Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi rojan e li Girê Hekarî û Girê Amediyê şer berdewam dike û PDK bi maşîneyên kar li van herêman dest bi çêkirina rê kiriye.

Hat destnîşankirin ku hêza PDK’ê ya taybet di 27’ê tebaxê de 2 kepçeyên mezin, 2 bûldozer û 5 wesayît sewqî herêmê kirine û dest bi çêkirina rê kirine.

Li ser vê yekê Navenda Parastina Gel (NPG) jî wiha bang li PDK’ê kir: “Ev rê ya ku xizmeta dijminê gelê kurd dike çêneke. Em bang li hemû hêzên kurdistanî dikin ku ji bo pêşîgirtina li çêkirina vê rêyê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin ku ev rêya ji aliyê PDK’ê ve tê çêkirin ji bilî xizmeta ji rejîma AKP-MHP’ê re tu wateya xwe nîne.

Aşkera ye ku çêkirina vê rêyê ya ji aliyê PDK’ê ve rasterast ber bi navenda eniya şer ve tê wateya tevlîbûna yekser a li şer. Di vê demê de rûdana şerekî navbera kurdan wê bibe nebaşiya herî mezin a li hemberî berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd û dijberiya li tevahiya gelê Kurdistanê. Lewma di vê demê de divê PDK karekî bi vî rengî neke. Bi vê armancê em bang li raya giştî ya demokratîk, gelê Kurdistanê, sazî û kesayetên welatparêz dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo PDK’ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerînin. ”