2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cinayetên faîlên wan diyar

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 18’ê tebaxê de li Qilebanê zaroka bi navê Firdews Babat bi awayekî hovane hate qetilkirin. Piştî vê bûyerê derket holê ku birayê kujerê Firdews Babat, Ramazan Babat ê cerdevan e, tecawizkarê zarokan e. Piştî vê bûyerê bi çend rojan li navçeya Hezexê zilamê bi navê Hasan Karaaslan jî hevjîn û sê zarokên xwe qetil kir. Gelo ev bûyer çi ji me re dibêjin?

Di civaka kurd de herdem ji bo jinan rêzek mezin hebûye. Ev wek kevneşopiyekê ji dîrokê tê. Ji ber vê kevneşopiyê gelek jinên leheng ên ku di nava civaka kurd de bûne pêşeng hene. Bi polîtîkayên welatên mêtinger re di Kurdistanê de hêz û azadiya jinan jî hate astengkirin. Jinên ku xwestin li gorî çand, bawerî û hêza xwe ya cewherî tev bigerin jî herdem rastî tundiya zilamê serdest hat.

Civaka kurd a ku ji aliyê welatên dagirker ve hatî parçekirin di nava malê de jî bi destê zilam hatiye parçekirin. Cudahiya di navbera jin û mêran de her ku çû kûrtir bû. Bi demê re ev cudahî êdî gihaşt astek wisa ku jin nikare ji malê derkeve û di nava çar dîwaran de asê ma. Jinên ku li dijî vê bêedalatiyê serî hildan jî rastî tundî û neheqiyên herî giran hatin.

Piştî salên 90’î bi pêşketina Tevgera Azadiya Jinê re di nava civaka kurd de hêza jinên ji nû ve zîndî bû. Ev hêza ku bingeha xwe ji exlaq û edaleta civaka xwezayî digire li ser têgeha wekheviya civakê li dijî pergala zilamê serdest mezin bû û pêş ket.

Li Kurdistanê cara ewil jin êdî bi awayekî zanistî dikarin xwe di warê siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî de perwerde bikin û li gorî vê jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Welatên mêtinger bi taybet jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo vê hêza jinê ji nav bibe û naveroka wê vala bike serî li her cûre qirêjiyê da û dide.

Li bakurê Kurdistanê bi armanca têkbirina normên civakê, bi destê deweletê gelek planên qirêj ketin dewrê. Di çarçoveya van planan de wek gava ewil jin û ciwan hatin hedefgirtin. Di çend salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê ji bo vê xebata qirêj tîmên taybet hatin destnîşankirin.

Di bin navê çawişê pispor, polîs, notirvan û karmendên dewletê kesên perwerdekirî dest bi qirêjiyê kirin. Li herêmê bi destê van çeteyên dewletê bi awayekî aşkera maddeyên hişbirê hatin firotin, li dibistanan keçên ciwan hatin xistin, bi rêya filmên ku qaşo “lehengiya dewleta tirk” nîşan didin ên mîna çete-dewlet, mafya-dewlet, pere-dewlet û desthilatdar-dewlet ve ciwanên bêkar hatine hiştin xistin xefka xwe ya qirêj.

Bi destê van çeteyên dewleta tirk gelek jin hatin qetilkirin û destdirêjî li wan hat kirin. Her wiha gelek jin jî bi tundiya zilaman re rû bi rû man. Kujerên ku ji aliyê dewletê ve dihatin parastin bêyî ku cezayekî bigirin bi awayekî serbest di nava civakê de jiyana xwe dewam dikin.

Mixabin civak jî van revok û kujeran di nava xwe dihewîne. Kesên ku hêza xwe ji pergala mêr-dewletê digirin dest diavêjin jinan. Bi taybet jî li cihên di bin çavdêriya dewletê de meleyên Diyanetê, polîs û cerdevanan dest dirêjî gelek zarokan dikin. Van zarokan bi darê zorê bi tecawizkarên xwe re tên zewicandin. Ev jî xelata dewletê ya ji bo tecawizkare ye. Dewleta ku dibêje “şûna diçin serê çiyê bila fihûşê bikin” bi vê siyaseta qirêj li bajarên Kurdistanê ciwan û jinan ji exlaqê civakê dûr dixe.

Herî dawî jina ciwan a bi navê Firdevs Babat li Qilebanê hat qetilkirin. Kujerê wê Ahmet Babat ê bi çeka birayê xwe yê cerdevan Ramazan Babat ev êrîş pêk aniye ji aliyê dewletê ve hate parastin. Ramazan Babat ê ji dewletê hêz digire derket holê ku beriya niha li herêma Besta dest avêtiye zarokek 16 salî.

Bi destwerdana Sercerdevan Hazim Babat û Şêxmûs Babat ser vê bûyerê tê girtin. Dewleta ku li herêmê mirovan teşwîqî sûç dike, qasî kujer ji ber van sûcan berpirsyar e.

Di ser vê bûyerê re çend roj nebû agahiyeke kambax li Hezexê hat. Li gundê Xirabê Şeref, Hasan Karaaslan ê ku awayekî sîstematîk şidet li hevjîna xwe û 3 zarokên xwe dikir, herî dawî sê zarokên xwe yên keç û hevjîna xwe qetil kir. Hasan Karaaslan ji çeteyên hîzbul-kontrayê ye û têkiliyên wî bi dewleta kûr re heye.

Yekem berpirsê vê komkujiyê dewleta ku li Kurdistanê kuştina jinan rewa dike û zilama diparêze ye.

Li dijî van kiryarên qirêj bêdengiya aliyên demokratîk û saziyen civakî jî cihê rexneyê ye. Gelek alî hene ku vê mijarê wek pirsgirêka saziyên jinan dibînin û bang li wan dikin ku xwedî helwest bin. Lê di rastiyê de ev ne pirsgirêka jin û saziyên jinan e. pirsgirêkek civakî ye. Divê hemû pêkhateyên civakî li dijî van kiryaran xwedî helwest bin.

Ev erka sereke ya civaka exlaqî û polîtîk e. Divê civak xwe biparêze û bikaribe xwedî li nirxên xwe derkeve. Parastina civakê ewqas bi nirx e ku mirov nikare ji dewletê re bihêle. Divê bê zanîn ku jixwe ne pêkan e ku dewlet li ser pîvanên rast civakê biparêze. Dewlet dijminê civakbûnê ye û ji bo xwe li ser gel û civakê ferz bike jî çi ji destê wê tê dike.

Divê li dijî van sûcan gel xwe li ser hîmê civaka exlaqî û polîtîk bi rêxistin bike û paratina xwe ya civakî xurt bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê