17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka wan pûç bû

Ev demek dirêj e serokkamarê tirk Tayyîp Erdogan ji bo li Rojava operasyonên nû li dar bixe amadekariyan dike. Her dema ku derdikeve pêşberî kamereyan an jî bi nûnerên dewletekê re hevdîtinê bike, îşareta operasyoneke nû ya li dijî Rojava dide. Ev li ser zimanê Erdogan bûye pirzikek. Di 19’ê tîrmehê de li paytexta Îran Tahranê bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civîn pêk anîn û xwest ku ev herdu dewlet ji bo êrîşên nû yên li dijî Rojava destûrê bidinê. Lê Erdogan ji vê civînê dest vala zivirî bû. Lewre ji ber wê di 5’ê tebaxê de li Soçiyê careke din bi Pûtîn re hatibû cem hev û destûra êrîşê xwestibû.

Piştî civînê derbarê hevdîtinê de zêde agahî nehatin dayîn û ji ber vê jî ne diyar e ku Pûtîn û Erdogan ji hev re çi gotine. Lê piştî vê hevdîtinê dewleta tirk bi êrîşên hewayî gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hedef û bombebaran kir. Li Kobanê, Amûdê û herî dawî jî li Hesekê êrîşê dibistana zarokan kirin. Di encama van êrîşan de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan. Dibe ku tiştên di navbera Pûtîn û Erdogan de ne aşkera bin lê bi van êrîşan diyare ku dewleta tirk kêm be jî destûr ji Rûsyayê girtiye ku operasyonên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Ji bo dijberiya kurdan her tiştî dike

Heta niha Erdogan bi jiholêrakirina destkeftiyên kurdan re dixwest ku rejîma Esad jî hilweşîne. Lê di hevdîtina Soçiyê de Pûtîn ji Erdogan xwest ku bi Esad re hevdîtinê bike û heke destûr bide bi Esad re li dijî Rojava operasyonên nû li dar bixe. Bi salan bû Erdogan dijberiya Esad dikir û gelek caran heqaret jî lê dikirin lê piştî vê daxwaza Pûtîn Erdogan hemû  gotinên xwe yên ji bo Esad daqurtand û ev tişt got: “Derdê me yê ku em Esad têk bibin an nebin nîne. Di navbera dewletan de tu caran diyaloga siyasî û dîplomatîk nayê birîn.” Ji van gotinan diyar e ku Erdogan ji bo operasyona nû ya li dijî Rojava destûr girtiye û dixwaze ji bo dijberiya kurdan bi Esad re li hev bike.

Ji 17’ê nîsanê ve dewleta tirk êrîşên Zap, Metîna û Avaşînê dike. Bi çekên kîmyewî û bi teknîka xwe ya herî xurt van êrîşên xwe didomîne. Tevî vê yekê jî nikare bi pêş ve biçe. Têkçûnek li ber çavan xuya dike. Ji bo ku vê têkçûnê berevajî bikin gefê li Rojava dixwin. Ji bo wê jî xuya ye ku Erdogan êdî bi temamî ketiye nav lepên Pûtîn. Lewre ji ber ku pêdiviya Pûtîn jî pê heye dixwaze Erdogan bi kar bîne. Êdî ew jî dizanin ku Erdogan hem di siyaseta xwe ya navxweyî de hem jî di siyaseta xwe ya derveyî welat de qels bûye. Erdogan di çavê wan de “zilamê nexweş e” û bi her awayî ji vê rewşê sûd werdigirin. Dixwazin Tirkiyeyê ji bloka NATO’yê dûr bixînin û ji ber vê yekê jî Erdogan di destê xwe de digirin. Erdogan jî ji bo ku statuya kurdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe li ser hev tawîzan dide Pûtîn û van xwestekên wî qebûl dike. Dijminatiya kurdan çavên wan sor kiriye û bi van lihevkirinên qirêj dixwazin destkeftiyên kurdan têk bibin.

Çeteyên wan bi bertek in

Hê jne diyar e ku wê Erdogan û Esad bi hev re hevdîtinê bike yan na. Lê ji gotinên Erdogan diyar dibe ku dixwaze ev hevdîtin pêk were. Her wiha ji bo hevdîtinê nakokiyên wan jî derdikevin pêş. Lewre herdu alî jî ji bo hevdîtinê bikin li gorî daxuyaniyên didin pir erênî nêzîk nabin. Lê heke hevdîtinê bikin wê ev ne bi dilê NATO û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) be. Her wiha çeteyên ku heta niha xwedî dikirin jî ji bo vê rewşê bertek nîşan didin û wê bi tu awayî bi Esad re lihevkirinê qebûl nekin. Lê Erdogan ji bo ku desthilata xwe li ser piyan bigire her tişt daye ber çavên xwe û zirarê dide berjewendiyên NATO’yê jî. Rûsya vê rewşê dibîne û ji bo berjewendiyên xwe heta cihekê bi kar tîne.

Heke li dijî Rojava şerekî nû bidin destpêkirin ev şer wê ne wekî yên berê be. Baweriya xwe bi rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê tînin lê ev jî fêde nake. Lewre ji her alî ve têkçûnek mezin xuyaye. Êdî bi şer ne pêkan e ku karibin xwe li ser piyan bigirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ji bo vê operasyonê amadekariyên dike û li gorî asta êrîşan wê bibe bersiv. Konjonktura nû ya vê demê li dijî siyaseta pragmatîst û faşîst serkeftinê pêkan dike.

Erdogan jî fêm kiriye wê têk biçe

Desthilata AKP-MHP’ê û Erdogan ji bo ku têkçûna xwe di xurtbûna kurdan de dibînin serî li her rebazî didin. Çend roj berê Erdogan di axaftinekê xwe de got: “Em hemû di heman keştiyê de ne, heke ev keştî noq bibe em ê hemû bixeniqin”. Heta niha gotinên bi vî rengî gelek caran dikirin lê ya vê carê tiştekî dide li ber çavan. Desthilata AKP-MHP’ê û Erdogan êdî qanih bûne ku wê têk biçin. Ji bona wê jî di pêşerojê de axaftinên bi vî rengî wê hê gelekî bên kirin. ,

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 2013-2015’an de dema ku bi heyetên siyasî re hevdîtin dikir, di 27’ê sibata 2015’an de li ser van mijaran ev nirxandin kiribû: “Min ji roja destpêkê ve gotiye, ‘Mijara Sûriyeyê wê qedera hikûmeta AKP’ê diyar bike’.” Rastiya vê gotinê îro bi zelaltir tê fêhmkirin. Lewre ji bo ku Erdogan jî vê rastiyê dizane hemû hêza xwe seferber kiriye. Dema hilbijartinên giştî jî êdî nêzîk dibe. Ji ber ku dema wan pir nemaye ji xwe re li çîrokên qehremaniyê digerin ku di hilbijartinê de bi ser bixin. Di hilbijartinên 2018’an de ev rêbaz li ser Efrînê bi kar anîn û bi serkeftî jê derketin. Ji bo dema nû jî dixwazin ji xwe re çîrokên bi vî rengî çêbikin. Lê konjonktura 5 sal berê û ya îro ne mîna hev e. Ji bo wê ev oparesyon wê di destê Erdogan û hevkarê wî de bimîne û wê bi têkçûnek mezin re rû bi rû bimînin.