4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Trablusa Lîbyayê şerê desthilatdariyê dîsa gur bû

Roja şemiya borî di encama şer û pevçûnên di navbera komên çekdar de xelkê Trablusê rojekî zor û zehmet derbas kirin û hin kes ji bajêr derketin.  Di encama şer û pevçûnan de 32 kes hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn.

Îro serê sibehê dîsa şer di navbera komên çekdar ên girêdayî Abduhemîd Dubeyba û yên girêdayî Fethî Başaga de dest pê kirin.  Bajarê Trablusê di bin kontrola hikûmeta Dubeyba de ye û çend komên çekdar piştgiriya wê dikin.  Her wiha hin komên din jî piştgiriya Başaga dikin.

Hêjayî gotinê ye ku dema hikûmeta demikî ya Abdulhemîd Dubeyba bidawî bûye lê ew hikûmetê dewrî Fethî Başaga yê ku ji alî parlamentoyê ve hatibû peywirdarkirin, nake . Lewre çend meh in ku  Fethî Başaga dixwaze dest bi peywira xwe bike lê Dubeyba dest ji kursiyê desthilatiyê bernade û pişta xwe bi komên çekdar xurt dike.