7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoyên lihevkirina nukleerî ya bi Îrane re

Îran û Amerîkayê dan xuyakirin ku wan li ser peymaneke nû ya nukleerî li hev kirine. Der barê mijarê de  rojnameya Israîlê Haaretz behsa pêvajoyên lihevkirinê kir. Li gorî agahiyên Haaretz ew peyman dê di 4 pêvajoyan re derbas bibe heta ku ew bikeve meriyetê. Reşnivîsa peymana nukleerî ya ku Îran û Amerîkayê li ser li hev kirine dê di nava 165 rojan de bikeve meriyetê.

Li gorî heman çavkaniyê dê pêvajo ji sifir ango ji roja imzekirina peymanê dest pê bike, her wiha dê girtiyên amerîkî yên li Îranê girtîne werin serbestberdan.  Piştî imzekirina vê reşnivîsa peymanê dê di nava 5 rojan de wê peymanê ji bo dengdanê deynin ser maseya Kongreya Amerîkayê.

Pêvajoya duyemîn dê piştî 60 rojan ji erêkirina Kongreyê dest pê bike. Her wiha piştî wê bi 60 rojên din êdî dê Îran û Amerîkayê bi hevre daxuyaniyekê bidin ku ew girêdayî vê peymanê ne. Piştre jî dê Amerîkayê ambargoyên li ser hin şirketên Îranê rake. Dawî jî piştî derbasbûna 165 rojan dê Amerîkayê bi rengekî fermî êdî vegere nava endamên peymana nukleerî ya bi Îranê re.