19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriye ji Îranê xwest ku ji axa wê êrîşî Israîlê neke

Li gorî gotareke rojnameya New York Times hinek berpirsên Sûriyeyê ji Îranê xwestine ku ji nava sînorê Sûriyeyê êrîşî Israîlê nekin. Li gorî wan agahiyan berpirsên Sûriyeyê ji yên Îranê re gotine ku dema Îranê an jî milîsên girêdayî wan êrîşî Israîlê dikin, Israîlê bersiva wan êrîşan dide û artêşa Sûriyeyê dike hedefa xwe.  Li gorî wê gotarê lewre Îran û alîgirên xwe li şûna bersiva Israîlê bidin êdî li hemberî her êrîşeke Israîlê ew êrîşî bargehên Amerîka yên li Sûriyeyê dikin. Li gorî wê gotarê bi vê yekê Îranê dixwaze ku Amerîka zextê li ser Israîlê bike da ku êrîşên wê yên li dijî Sûriyeyê kêm bibin.

Hêjayî gotinê ye ku heftiya borî Israîlê li Tertûsa Sûriyeyê êrîşî navendeke artêşê kiribû û di encamê de 3 leşkerên Sûriyeyê kuştibûn. Her wiha Amerîkayê jî bersiva êrîşên li ser bargeha xwe ya li Tenefê dabû û li Dêra Zorê êrîşî milîsên Îranê kiribû.

Gotarê cih daye gotinên generalekî hêzên ezmanî yên Amerîkayê ku wiha dibêje: “Em texmîn dikin ku ev milîsên Îranê dixwazin me biceribînin ka em ê bersiveke çawa bidin êrîşên wan, lewre ez texmîn dikim ku me bersiveke zelal û di cih de da wan, em aşkera û zelal dibêjin ku çi êrîşeke li dijî bargehên me dê bibe sedema bersiveke wiha tund û di cih de ”