20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kampa Holê 12 kesên biguman hatin girtin

​​​​​​Qonaxa Duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ku Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPG/ YPJ, HSD`ê li Kampa Holê li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê dabû destpêkirin di roja 5’an de berdewan dike. Pêngavê îro saet di 05.00`ê berbangê de bi beşdariya bi sedan şervanan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa duyemîn a taybet a kampê ku penaberên îraqî lê dimînin dest pê kir.

Destpêkê ji bo operasyonê maşîneyên zirxî derbasî hundîrê kampê bûn û xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Piştî xebatên lêgerînê, penaber û malbatên DAIŞ`î ji bo wergirtina sicilan hatin komkirin. Di encama lêgerînê de gelek belge û pereyên DAIŞ`ê ku di bin konan de hatibûn binaxkirin, hatin dîtin. Her wiha gelek telefon, xetên telefonê yên iraqî û kompîtur ku bi heman awayî hatibûn veşartin, hatin dîtin. Dîsa çend kesên biguman ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

37 kon hatin rakirin

Herî dawî hêzên cihên xwe di pêngavê de digirin gelek konên vala jî rakirin. Piştre xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa sêyemîn a a kampê ku penaberên ıraqî lê dimînin hatin destpêkirin. Navendê, diyar kir ku 12 kesên biguman girtine û 5 kes li xwe mikur hatine ku girêdayî DAIŞ`ê ne. Navendê, da zanîn ku lêpirsîn bi kesên din re berdewam dike û 37 konên ku çeteyên DAIŞ`ê weke cihên perwerdeyê û dadgehên şerî yên îşkence û kuştinê bi kar anîne, rakirine.