9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 7 salan hestiyên Arslan di tûrikê de radestî bavê wî kirin

Têkoşîna malbata Hakan Arslan dema qedexeya derketina derve de di 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, encam bû. Lê bêrêziyeke mezin li malbatê hat kirin û hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatin kirin.

Hestiyên ku di mijdara 2021’an de hatin diyarkirin ku ji sedî 95 aydê Hakan Arslan in ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya Amedê. Hestiyên Arslan ên roja pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe dihate sekinandin.

Bav Alî Riza Arslan ku li ser agahdarkirinê ji Erziromê hate Amedê, çû Edliyeya Amedê. Hestiyên kurê Arslan di tûrikekê de radestî wî hatin kirin. Bav Alî Riza Arslan, ber bi Erziroma ku dê hestiyên kurê xwe lê defin bike ve kete rê.