4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jineke narîn û têkoşer

Rojnameger, nivîskar û endama Akedemiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi dilnizmî û têkoşîna xwe bandoreke erênî li ser kesên ku wê naskiribûn çêkir. Bi xebatên xwe rê li ber nûçegihaniya jinan vekir

Rojnameger, nivîskar, endama Akedemiya Jineolojî û endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de şehîd ket. Piştî şehîdxistina Nagîhan Akarsel YNK’ê da zanîn ku wan kujer li Koyê binçav kiriye. Lê heta niha der barê nasnameya kujer de tu agahî nehatine parvekirin. Tenê li ser kujer agahiya ku 3 meh perwerde li peytexta Tirkiyeyê dîtiye tê zanîn. Her wiha nûçeya ku Dengê Amerîka der barê kujer de çêkiribû û parve kiribû ji ber zextên Asayîşa Herêma Kurdistanê ji weşanê hat rakirin.

Li aliyê din sefîrê tirk Alî Riza Guney li başûrê Kurdistanê diyar kir ku êrîşa çekdarî ya li ser Nagîhan Akarsel bi fermana wan pêk hatiye û her kesên ku têkilî yan jî sempatiya wan ji PKK’ê re hebe dê bibe hedefa wan. Guney piştî vê ragihandina xwe li xaka Kurdistanê bû mêvanê Barzaniyan. Cenazeyê Akarsel di 13’ê mehê de bi tevlîbûna malbat û jinan li gundê Xêlîkanê (Golyazî) ê navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ku Akarsel lê ji dayik bûye, hat definkirin.

Der barê jiyan û kesayeta Nagîhan Akarsel de bi xwişka wê Nesrîn Biçakçi, dotmamên wê Nûrgul û Esma Akarsel û hempîşeya wê Pinar Ûral re axivîn.

Dotmama Nagîhan, Nûrgul Akarsel di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew bi Nagîhan Akarsel re mezin bûne û ev tişt anî ziman: “Nagîhan bi delalî mezin bû pir dihat hezkirin. Em zarok tev li kolanan pêxwas digeriyan lê ew tim tevî gore, sol û porê şekirî dihat gel me. Di zarokatiya xwe de jî tevî ku gelek narîn bû jî di tiştêk ku dida pêşiya xwe de tim serkeftî bû. Di her karê xwe de bi biryar bû. Heta ku tiştê dixwest bi dest nexista nedisekinî. Ji biçûkiya xwe heta mezin bû jî tim zû şiyar dibû, bidîsîplîn bû. Piştî ku ji girtîgehê derket di 2007’an de hat mala me. Di jiyana wê de pir tişt guherîbûn lê kesayeta wê tim yek bû. Dîsa wek her carê narîn û dilnizm bû. Me aliyekî Nagîhan nas kir, we aliyekî din wê nas kir. Lê di encamê de em hemû jî cewhera Nagihanê nas dikin.”

‘Nirx dida evîniyê’

Esma Akarsel a ku dotmama Nagîhan Akarsel jî der barê wê de got ku ew di her kêliyên jiyana xwe de jineke demokrat bû û wiha axivî: “Nagîhan têkoşer bû. Di her mijarê de bi min re pir eleqedar dibû. Carek tê bîra min destgirtiyê min hebû lê wek niha telefon filan tunebûn. Nagîhan rabû ji bo min nameya min bir gihand destgirtiyê min. Nirx dida evîniyê, jineke pir rast bû. Ji fikrên xwe bibawer bû. Lê nedixwest fikrê xwe bi zorê bide qebûlkirin.”

‘Nêrîna wê jibîr nakim’

Xwişka Nagîhan, Nesrîn Biçakçi ya ku dibe ji ber ferq di navbera temenê me de hebû em zêde ligel hev neman bi van gotinan behsa xwişka xwe kir: “Navbera wê û herkesî û hertiştî pir xweş bû. Ji herkesî ji hertiştî hez dikir. Qet nedixwest ku dilê kesekî bihêle. Dema ku di girtîgehê de bû ez care yekemîn dema çûm gel wê, em diaxivîn wê goştê ber neynokên xwe bi diranê xwe jêdikir. Dema canê wê êşiya tiliya xwe dirêjê min kir û got xwişkê tenê tu canê min naêşînî, van goştên zêde tu jêbike. Di navbera me de camekî stûr hebû min nikaribû xwe bigihanda wê. Nêrîna wê ya wê rojê tim di dilê min de ye.”

‘Em bi sekna wê bawer bûn’

Nesrîn Biçakçi da zanîn ku piştî ku Akarsel ji girtîgehê derket sal û nîvekê li gund ligel hev mane û wiha pê de çû: “Diya min ji bo Nagîhan ji berê de dibêje Nagîhan ji me cudatir e. Dema ji girtîgehê hat berdan hat gund lê nedihat malê. Tim li nav gund ligel jinên ku hevjînê wan li welatên cuda ne re dem derbas dikir. Min jê re digot were malê digot na ‘pêwîstiya wan jinan bi min heye’ û nedihat. Şert û merc çi bibûna jî ew piştgira jinan bû. Mînak navbera birayê min û hevjîna wî nexweşbû û dev ji hev berdan. Malbat ji hev xeyîdî bûn. Lê dema Nagîhan ji girtîgehê derket û hat gund beriya ku were mala me çû serdana bûka me û rewşa wê pirsî. Yanî mijar kî/ê bûya jî çi bûya aliyê Nagîhan diyar bû. Sal û nîvekê li gund ma. Erê ji gund pir hez dikir lê tim digot hewceye ez binivîsim. Ez nikarim li vir tiştekî bikim, nikarim biafirînim. Berê wê tim li têkoşînê bû. Dixwest bi hevalên xwe re be. Malbatê jî vê sekna wê didît û jê pir bawer bû. Ji ber wê li ku bûna jî hişê malbatê li ser nedima.”

‘Keseke bi bandor bû’

Hempîşeya Akarsel Pinar Ûral a ku ji sala 2010’an de wê naskiriye der barê nasîn û xebatên wan ên hev par de ev tişt anî ziman: “Dema min Nagîhan di sala 2010’an de nas kir em li DÎHA’yê bûn. Ez li Stenbolê bûm ew jî li Enqereyê bû û me herduyan jî nûçeyên jinan çêdikir. Serwîsa me ya jinan wê demê tunebû lê kategoriya me ya jinan hebû. Dema me hêj hev nas nedikir jî nûçeyên ku çêdikir pir bala min dikişand. Ji ber ku di aliyên pir cuda de mijara digirt dest. Roja ku ew hat Stenbolê ez jî dihatim Amedê me li ser piyan silav da hev. Di dema hilbijartinên 2011’an de Nagîhan wek editor hat Amedê ez jî pêşiya wê wek nûçegihan li Amedê bi cih bûbûm. Her çiqas em li heman saziyê de bin jî ji ber ku karê me zêde bû me tenê li malê dikaribû hev bidîta. Hevaltiya me wisa destpêkir. Bi taybetmendiyên xwe keseke pir cuda bû. Di têkiliyên xwe yên bi însanan re baldar bû qet nedixwest ku dilê keseke jê bimîne. Kesên ku pê re têkilî danîbin teqez jê bandor bûne.”

Nûçegihaniya jinan da destpêkirin

Pinar Ûral diyar kir ku Nagîhan Akarsel bi nivîs û fikrên xwe ji aliyê guhertina zimanê nûçeyan de gelek ked daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li DÎHA’yê çanda nûçegihaniya jinan û zimanê nûçegihaniya jinan bi Nagîhan Akarsel û Fatma Koçak re destpêkir. Piştî ku Nagîhan û Fatma hev naskirin û enerjiya wan gihişt hev di DÎHA’yê de dest bi guhertina zimanê zayendperest kirin. Li du xebatên wan li ajansê servîsa jinan hat avakirin. Pêşiya hewldanên wan erê me nûçeyên jinan çêdikir lê di aliyê hevok, sazkirina nûçeyan ûhişmendiya jinan de baldar nînbûn. Bi wan re min xwe û nûçegihaniya xwe pêş xist.”

Pinar Ûral bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku di sala 2014’an de derbasî Silêmaniyê bû hevaltiya me berdewam kir. Tê gotin ku dema keseke jiyana xwe ji dest dide wesfên îlahî lê tên barkirin. Yê Nagîhan ne wisa ye. Ji dil jî keseke pir dilnizm bû lê di xebatên xwe de pir hişk bû. Şaşî û kêmasiyan qet qebûl nedikir. Ji rastiya xwe bawer bû. Dikaribû bi zimaneke pir hêsan û zelal rastiya xwe ragihandana. Ji ber vê zelalbûna wê zimanê wê çiqas hişkbûna jî dile kesê jê nedima. Cihê ku ew lê bû mirov xwe pir bi ewle hîs dikir. Çi bibûna jî tu dizanibû ku dê ew te ji erdê rake. Ne tenê ji aliyê kar de ji aliyê kesayetêde jî te pêş dixist.”