2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêkên mezin li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê hene

Mihemd Sûdanî piştî ku wekî serokwezîr hate destnîşankirin ji bo avakirina hikûmeteke nû gelek pirsgirêk li pêşberî wî hene, çavekî Sûdanî li ser kolanê ye û yek li ser helwesta tevgera Sedir e

Mihemd Sûdanî piştî ku wekî serokwezîr hate destnîşankirin ji bo avakirina hikûmeteke nû gelek pirsgirêk li pêşberî wî ne, çavekî Sûdanî li ser kolanê ye û yek li ser tevgera Sedir e

Serokwezîrê Iraqê Mihemed El-Sûdanî, ji bo avakirina hikûmetekê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Aliyên siyasî piştî ku Sûdanî wekî serokwezîr destnîşan kirin her aliyek li gorî xwe dixwaze sûdê ji postên wezaretan bigire.

Hinek alî dixwazin ew bi xwe hin namzetên xwe yên ji bo wezaretan destnîşan bikin û paşê Sûdanî ji nava wan hilbijêre lê hin aliyên din jî dixwazin bêtir namzet ji kesayetên serbixwe bin. Her wiha blokên siyasî hene ku li dijî wê fikrê ne ku namzetên wezaretan teknokrat û serbixwe bin.

Ji aliyê xwe ve, serokwezîr Mihemed El Sûdanî jî li ser van hemû bijarteyan lêkolîn dike û çavekî wî li kolanê ye û yê din li ser serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir e. Alîgirên Sedir xwe amade dikin ku di 25’ê cotmehê de bi xwepêşandanên mezin dakevin kolanan. Kolan li dijî, pergala parvekirinê derdikeve û Sedir ji xwe berê jî ev yek dabû destnîşankirin.

Mihemed El Sûdanî hêvî dikir ku hin kesayetên ji aliyê Sedir an jî alîgirên tevgerê cihê xwe di nava hikûmeta nû  de bigirin lê Serokê tevgera Sedir ji roja pêşî de rê li ber wê yekê girt û da xuyakirin ku nabe kesek ji hevalên tevgerê an jî derdora wê cihê xwe di vê hikûmetê de bigire.

Ji aliyekî din ve Xelîb El-Damî, mamostayê medyayê li zanîngeha Ehlî Beyt a Kufeyê, ji rojnameya Şerq El-Ewset re der barê helwesta Sedir de wiha got: “Helwesta (Tevgera Sadir) pir zelal e. ew jî redkirina vê hikûmetê ye.” ne tenê di warê beşdarbûna wê de yan na; Belê, tevgerê ew bi tevahî red kir.”

El-Damî her wiha der barê helwesta Sedir de wiha berdewam kir: “  Niha zehmet e ku mirov pêşbîniya tiştê ku Sedir dê çi bike, zelal bibîne lê tiştê ku mirov dikare bêje ev e: “Sebra Sedir dirêj nake ku ji qada siyasî dûr bimîne.”

Ji aliyeke din ve, Hevbendiya Niştimanî ya bi serokatiya serokwezîrê berê Iyad Elawî got ku erkê her hikûmeteke amadebûna ji bo hilbijartinên pêşwext û jinavbirina pirsgirêkên ku di encama krîza aborî de derketine.

Hevbendiyê doh di daxuyaniyekê de bang kir ku divê şaşiyên hikûmetên berê hatine kirine dubare nebin û lez bidin çêkirina asmosfereke guncav ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext. Her wiha divê komisyoneke nû ji bo amadekirina hilbijartinan were avakirin û şaştiyên di hilbijartinên derbasbûyî de neyên dubarekirin.