3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan dîsa belavkirina rojnameya me asteng kir

Polisan li otogara Amedê gef li fîrmaya ku rojnameya me dibe Stenbolê xwar û nehişt hejmara 148’emîn rojnameya me bibe Stenbolê.

Li Amedê, polîsan careke din belavkirina rojnameya me Xwebûn asteng kir. Di 15’ê cotmehê de  piştî ku belavkar hejmara rojnameya me ya 148’emîn ji bo ku bibe Stenbolê radestî fîrmaya otobusan dikin, polîs diçin fîrmayê û gef li rayedarên fîrmayê dixwin. Polîs bêyî ku tu hinceteke hiqûqî nîşan bidin ji rayedarên fîrmayê re dibêjin ku hûn ê vê rojnameyê nebin Stenbolê. Li ser vê fîrmaya otobusan 155 rojnameyên me li belavkaran vedigerîne û nikare bibe Stenbolê.

Beriya niha di 17 û 18’ê îlonê de jî polîsan serî li heman rêbazê dabû û li otogara Amedê hejmara me ya 144’emîn desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojnameya me ji Mersînê re bê şandin.