17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Meletiyê 29 avahî hilweşiyan

Di erdheja ku di saetên nîvro de bi pîleya 5.6 li Meletiyê pêk hat de 29 avahî hilweşiyan.

Di saetên nîvro de bi pîleya 5.6 erdhejek bi tund pêk hat. Di erdhejê de 29 avahiyên ku di erdhejên 6’ê sibatê de pêk hatibûn xesar dîtibûn hilweşiyan. Li 5 avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Di van avahiyan de Azîz Delîktaş û keça wî Şeyma Delîktaş bi saxî ji bin kavilên apartmana Kardelen a li navçeya Yeşîlyûrtê hatin derxistin.

Hat diyarkirin ku di kavila apartmana 6 qatî ya li Taxa Zaferê de 3 kes hene û hat angaştkirin ku ev her sê kes dema ku avahî hilweşiyaye di wesayîtê de bûne. Xebatên li apartmana Çeçen û apartmana Bûharayê ya li heman taxê jî didomin.

103 birîndar li nexweşxaneyê ne

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, der barê erdhejê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 103 birîndar li nexweşxaneyê, 5 ji van birine emeliyatê û 3 jî di unîteya beşa lezgîn de ne.

AFAD’ê jî ragihand ku 29 avahî hilweşiyane, 32 kes bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin, 110 kes birîndar bûne û li 2 avahiyan jî xebatên rizgarkirinê didomin.

Kesek ku xebatên rizgarkirinê dişopand, diyar kir ku dengê xwe daye AKP’ê û ev bertek nîşan da: “Bila ev destê min bişikesta, min deng da wan. Bila Xwedê belaya min bide, min deng da wan.”