2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer jî birîndar bûne

Ên ku duh bi şer û wêrankirinê xwe didan jiyandin, îro jî li ser vê berhema xwe ya bi xwîna deh hezaran dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Bi qasî ku me dît û tiştên me bihîst di vê komkujiyê de kujer jî birîndar bûne.

Di 6’ê sibatê de saet di 04.17’an de bi hejîneke mezin em ji xewê pengizîn. Tirs, xof û nediyariya rewşê dawî li fikirîneke bitendûrist anî. Hest, hestiyarî û tirsa li bajarê Amedê kevir li ser kevir nema xwe da der. Wê keliyê zar û zêç, malbat, xizm, heval, hogir û gelê me yê bi vê erdhejê re rû bir û maye hat ber çavan û di hiş de cihê xwe girt. Ew kêlî dîwarên sar û cemidî yên zîndanê veguherî qefeseke jiagir. Şewitand dil û kezeb. Peritand hest, hîs û derûnî. Di vê çembera jiagir de tebatî û bêçaretî, laş hilweşand ser kursiyekî li peşberê Tv’ê.

Ya derket pêşiya me; “deqa dawî! Li Amed û herêma wê erdhejeke bi tund.” Em li cihê xwe hişk bûn… Xwîn ji bedena me kişiya. Kirtînî ji kesî nehat. Ziman lal, guh ker bûbûn. Di vê keliyê de çavên biterk û derizinên li dîwêrketî, aqil nexwest ji çavên dîtî bawer bike. Heke ev dîwarên pola saxlem, weke qefeseke hesinî ku wiha bûbe li derve rewş keraseteke mezin e. Ji vê keliyê şûnde êdî dem nema derbas bû. Her xulekek vegûheribû saetekê!.. Heta roj hilat ji bêçarî û meraqê ruh di bedene de nemabû.

Derûniya hilweşiyayî

Belê piştî ku rojnamegeran, di radyo û TV’an de hêdî hêdî parve kir rastî hat famkirin. Xuya bû ku yê bêçare, yê biêş, ê şerpeze û perişan û bêxwedî gelê me yê belengaz e. Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên weke; Gumgum, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Kilîs, Edene, Osmaniye, Hatayê bi pîleya 7.7 hejiya bûn. Navend, Bazarcixa Gurgumê bû. Di nav vê keşmekeşiyê û şêlûbûnê de hêj me tam rewş fêhm nekiribû ku 9 saet derbas bûbûn careke din em hejiyan. Me got; “Vê carê avahiyên mayî jî niha nema ne.” Dîsa hat ragihandin ku navenda vê erdhejê Elbistana Gurgumê ye û pîleya wê jî 7.6’e. Gotin di cih de be ruh ji laş kişiya.

Belê avahî bi serê me de hilweşiya bû, kêm zêde haya me ji derve hebû lê me nikaribû dengê xwe bigihandina kesî û ne jî dengê kesî dihat me. Rast e em ne di bin kavilan de bûn lê derûniya hildiweşiya laşê me dieciqand, me nedikarî xweziya xwe daqurtanda. Girikek li gewriya me ketibû. Li zindanê rasthatina erhejê mirov bê hilm û bê ruh dihêle. Belê keraset mezin bû, bîlanço giran bû. Bi milyonan mirov ji vê erdhejê bi bandor bûbûn. Bi sed hezaran mirov di bin kavilan de mabûn, bi deh hezaran mirî û birîndar hebûn, li gelek bajar, navçe û gundî kevir li ser kevir nema bûn. Ya rast pênaseya vê tabloyê û êşa ku dabû ne gengaz bû.

Weke duh îro jî dikujin

Di rewşeke wiha de me çi dît û çi nedît; başî û xirabî, exlaq/rewişt û bêrewştî, wijdan û bêwijdanî, êş û azar, qirîn û hewar, gilî û gazinc. A rast weke civaka kurd em ne xerîbê vê rewşê ne. Lê ji ber gelek tiştan em ji bîr dikin, qewimîneke bi vî rengî û geşedanên li pey wê me matmayî dihêle. Bê guman kesaret mezin, êş giran e. Lê belê li gorî tê gotin ev ne çarenûs û ne jî kesareta xwezayî ye. Ev rasterast sûcekî li hemberî mirovahiyê pêk hatiye û komkujî ye. Yên li dîroka sed salên borî binêrin dê keraseta herî mezin a bi serê vî gelî ve hatiye baş bibînin. Duh ên ku digotin; “em ê kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin” komkujî û hilweşînên mezin pêk anîn. Kesên xwedî vê rewşt, wijdan û birdoziyê îro bi rebazên cuda kuştin û komkujiyan pêk tînin. Weke ku duh pêk hat, îro jî dikujin, didizin, talan û wêran dikin, ditirsînin, bê deng dikin û ser dinixumînin.

Belê erhej bûyereke xwezayî ye. Lê ev kesareta mezin a ku bû sedema mirina deh hezaran mirovî, hilweşîna bi deh hezaran mirovî, hilweşîna bi dehan bajar, navçe û hezaran gundî, her kes jî dizane ev ne bûyereke xwezayî ye. Ev encama bêrewştî û bêwijdaniya mirovên xwedîerk, berpirsyar û rêvebiriya vî welatî ye. Lewma jî ev ne çarenûs, komkujî ye. Lewre komkujî tene bi hêzên çekdar û çekan pêk nayê. Rê û rêbazên komkujiyan gelek in û mînakên wan di rûpelên dîrokê de gelek in. A grîng rast xwendin, fêmkirin û şîrovekirin e. Ji lew re kesên dibêjin çarenûs, ew bersûcên sereke ne.

 Dixwazin emrê xwe dirêj bikin

Çawa komkujiya ermeniyan ne çarenûsa wan bû, çawa komkujiyên li Zîlan, Agirî, Dêrsimê biçûk û mezin heta salên dawî li Kurdistanê ne çarenûsa gelê kurd bû, îro jî ev komkujî ne çarenûs e. Li aliyê din ên ku duh fermana kuştin, talan û wêrankirinê didan çawa dikare qala êş û azaran bikin? Ên ku duh bi şer, kuştin û wêrankirinê xwe li ser piyan digirtin, didan jiyandin, îro jî li ser vê berhema xwe ya biêş û bi xwîna deh hezaran ku afirandinê dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Lê belê di şert û mercên tecrîd û îzoleyê yên li zindanê de bi qasî ku me dît û tiştên me bihîst di vê komkujiyê de kujer jî birîndar bûne.

Niha di nav hewldana dermankirin û veşartina birîna xwe de ne. Lê xuya ye civak bi rewşê dizane. Di vir de ji bo civakê tişta girîng û pêwist, tevgerîneke birewişt, wijdan û wêrekî tev bigere, dê bersûcên komkujî û vê keraseta mezin bên cezakirin û pêşî kerasetên nû bên girtin. A herî girîng jî dê kes nikaribe rê li ber kesaretên bi vî rengî veke û piştre bêjin “ev çarenûs e.”

*Girtigeha Hejmar 2 ya Amedê         