17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewlet ji bo civaka rêxistinkirî tenê astengî ye’

Berdevkê Însiyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê Mehmet Şerîf Akbaş, diyar kir ku heke civak rêxistinkirî be hewcedarî bi dewletê tune ye û ev tişt got: “Dewlet ji bo civaka rêxistinkirî tenê astengî ye.”

Di 6’ê sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Gurgumê du erdhejên mezin pêk hatin. Van erdhejan bandoreke giran li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Li van bajaran bi hezaran avahî hilweşiyan û bi deh hezaran kes di bin kavilên van avahiyên hilweşiyayî de man û jiyana xwe ji dest da. Her wiha zêdetirî 10 hezar kes jî bi awayekî birîndar ji bin kavilên van agahiyan hatin xilaskirin.

Piştî vê erdheja dijwar li gelek deveran gel ji bo alîkariyê xwe birêxistin kir û bi hawara mexdûrên erdhejê ve çûn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşengtiya vê rêxistinkirinê kir û bi tevlêbûna rêxistinên sivîl koordînasyona krîzê ava kir. Ev koordînasyon li navçe û bajarên ku erdhej lê qewimîn navend ava kir û bi ser van navendan re alîkarî gihand mexdûran.

Yek ji bajarên  ku herî zêde ji erdheja Gurgumê bi bandor bû û bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da Semsûr bû. Hê jî li Semsûrê gelek pirsgirêk hene û li benda çareseriyê ne. Tîma tenduristiyê ya girêdayî koordînasyona krîzê ku ji bijîşk, derûnas, diransaz, beytar, hemşîreyan pêk dihat li Semsûrê kar û xebat kirin, xwe gihand gelek tax û gundên Semsûrê ji mexdûrên erdhejê re bû alîkar.

Mal bi mal geriyan

Berdevkê Însiyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê Mehmet Şerîf Akbaş ku di tîma tenduristiyê de cih digirt ji rojnameya me re axivî û qala xebatên xwe yên li Semsûrê kir. Akbaş, di despêka axaftina xwe de diyar kir ku roja destpêkê ya erhêjê bi lêz li hev civiyane û wiha got: “Ji bo rewşa awarte me plansazî diyar kir. Weke derûnasên Mezopotamyayê em tev li Koordinasyona Bajar a Amedê (Platforma Tenduristiyê  û Maseya Krîzê ya ji bo Zarokan) bûn.”

Akbaş, da zanîn ku weke  tîma koordinasyonê ya tenduristiyê li tax û gundên girêdayî Semsûrê mal bi mal geriyane û ev agahî dan: “Ji bo mudexelaya lezgîn, ji bo piştgiriya derûnî û ji bo hevgirtinê me serdana malbatan kir. Di nav tîma tenduristiyê de bijîşk, derûnas, diransaz, beytar, hemşîre û hwd. xebatkarên tendurîstiyê hebûn.”

Bi sê zimanan bangawazî

Di berdewamê de axaftina xwe de Akbaş, destnîşan kir ku wan kar û xebatên xwe di bin banê Koordinasyonên Amedê de meşandine û wiha pêde çû: “Ji xeynî  xebatên tenduristiyê em ji bo hevgirtinê jî derketine qadê. Ji bo kesên ku derkevin qadê ji bo ku ji xebatên qadê bibandor nebin me perwerdaya derûniyê dane destpêkirin. Ji bo piştgiriya derûniya civakî me bi 3 zimanan bangewazî kir ku em ê piştgiriyê bidin. Ji bo baldarbûn û hişyarbûnê ji aliyê derûniyê me li ser malper û medya civakî parvekirin kirin. Weke tîma tenduristiyê û masaya zarokan em li kampên konan geriyan û me ji bo kêmasiyên konan rapor amade kir û bi riya çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.”

Akbaş, anî ziman ku der barê zarokên winda de jî xebat dane despêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di nav masea zarokan de komîsyona zarokên winda ava kir. Dibe ku di vê merheleyê de îstismar jî derdikevin, ji bo wê jî me ev komîsyon ava kir. Li Semsûrê, me ji bo zarokên ku li konan dimînin koordînasyona kampa konan ava kir. Ji bo zarokan me pêlîstok amade kirin. Ji bo zarokan sê rojan carekê tîmek ji Amedê diçe Semsûrê. Ji bilî Semsûrê li Hatay û Amedê jî ji bo hevgirtin û piştgiriya derûniya civakî hevalên me li qadê xabatên xwe didomînin.”

Derûnî ne baş e

Der barê derûniya kesên li herêma erdhejê jî Akbaş, got ku derûniya kesên li herema erdhejê ne baş e û ev nirxandin kir: “Mixabin pêvajoya trawmayê hê jî didome. Ji bo wê dibe ku tirseke zêde hebe, dibe ku serên van tevlihev bûbe, dibe ku bê hest û bê tevger bin, dibe ku hîs bikin ku erd dîsa diheje, bê xewî, hêrsbûn, zêdebûna lêdana dil, behnçikandin, xwe suçdarkirin û ji bo siberojê bêhevîbûnê bijîn.”

Akbaş, der barê astengiyên ku jiyanê de jî ev tişt gotin: “Li konên di bin kontrola dewletê de destûr nayê dayîn ku em weke dildar xebatên tenduristiyê pêk bînin. Ji ber wê me xebatên xwe bi koordinasyonên sivil pêk anîn. Di serî de li Amed û Semsûrê xebatên me çêbûn. Piştî hefteyekê hevalên me gihiştin Hatayê. Bi taybetî jî xebatên Semsûrê pir balkêş û rêk û pêk bûn. Tîma tenduristiyê heya roja dehan li navenda Semsûrê tax û gundên girêdayê bajar xilas kiribûn. Li gorî derfetên xwe yên kêm di vê rewşa awarte de xebatên gelek heja çêbûn. Cihê ku em gihîştinê û lê xebat kir hê jî dewletê xebat lê pêk neaniye.”

Koordînasyon bi leztir xebitî

Ji bo rêxistinbûna li herêma erdhejê jî Akbaş, bi lêv kir ku xebatên koordînasyonan ji xebatên dewletê bi leztir tên meşandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de xebateke dirêj li ber me ye. Îro em xebatên xwe li gorî salekî dimeşînin. Li gorî pêwistiyan dibe ku em xebatên xwe dirêj bikin. Ez dikarim bibêjim ku koordînasyonên sivîl ji dewletê zêdetir û bi leztir kar û xebatên xwe meşandin. Me di vê pêvajoyê de dît ku civak bi rêxistin be hewcedarî bi dewletê tune ye. Em dikarin bibêjin ku dewlet ji bo civaka birêxistinkirî tenê astengiyê derdixe.”