12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şano dîwana mîtolojiyê ye

Mîrza Metîn

Mêtinger pêşî çav berdidin dêlindêz (rîtuel), mîtolojî, karnaval, kultur, ziman û hemû dewlemendiyên gelan. Dûre an bi şêwazên cuda bêqîmet dikin û didizin, an jî qedexe dikin van qonaxan. Wisa jî gel bindest dibe û bi demê re jî hiş û bîra xwe, deng û reng û sewt û hilma xwe, govend û dansên xwe û axa xwe winda dike; dibe androîda mêtingeran. Pey re jî dibe dijminê xwebûna xwe.

Şano berî her tiştî dîwana dêlindêz û mîtolojiyê ye; dîwana karnaval, kultur, ziman, stran û kilam û destan û çîrok û dîrokê ye; dîwana govend û bizavê, hereket û bereketê ye; dîwana bedewiyê ye. Ji ber ku şano van hemû qonaxan di çemê agirîn yê zanistê de dişo loma jî nakeve xefika nostaljî û arîbûnê. Berxwedêriya xwe jî dispêrîne vî çemê agirîn ku ji çiyayê Zemên zaye. Xwedayek hebe ji bo şanoyê, ne Dionysos ne jî xwedawendeke cuda ye. Zeman e ev; zeman li her derê û li ser herkesî ye û ne tenê aîdî miletekî ye.

Şano û şanogerên kurd ne tenê li hember mêtingeran û li hember her cure îxtidarên navxweyî li ber xwe didin. Li hember serdestiya şanoya rojavayî jî li ber xwe didin. Aqlê şanoya mêtingeran û aqlê şanoya rojavayî ku aqlê me dorpêç kiriye, xwe wek serdestî hemû şanoya cîhanê dibîne û bi vî şiklî jî şanoya rojhilatî tune dihesibîne.

Hêviya min ew e ku şanoya kurdî bibe dîwana xwebûniyê û nûjeniyê û deng bide hemû cîhanê. Lewre “rizgarkirina hiş ji mêtingeriyê” bi xwebûnê pêkan e. Xwebûn dê riya bedewiyeke bê hempa ango riya şanoyeke xwemalî veke.

Zeman û agir li cem me ne. Bes divê em zemên û êgir baş fam bikin. Newroz û Roja Şanoya Cîhanê pîroz be li Kurdistan û li hemû gelên bindest!