9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mexmûrê agir, al û awaz bûn yek

Bi hezaran Mexmûrî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Gel bi şiyara “50’yemîn Saliya Serfiraziya Newroza Rêbertiyê pîroz be“ û “Di 50’yemîn Saliya têkoşîna azadiyê de, em ê bi agirê Newrozê pergala Îmraliyê bişkênin û Rêber Apo azad bikin” kom bû Newroz pîroz kir. Dema xwendevan meşiyan qadê kelecan û coş derket asta jor. Qada şahiyê bi al û posterên Abdullah Ocalan, alên PKK, KJK, KCK, YJA-STAR û wêneyên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Rustem Cûdî hatin xemilandin. Piştî gel û xwendekar hatin qadê, gel ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Yusiv Kara axivî. Kara ewil 50’yemîn Newroz li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên kurd û tevahî gelê kurd pîroz kir û wiha axivî: “Gelê welatparêz û qehreman, gelê ku bi canê xwe bi vê şoreşê re, ev nêzî 30 sal in têdikoşin. Em di 50’yemîn saliya Newroza Rêber Apo de ne. Pêwîste Newroza 50’yemîn êdî bibe Newroza azadî, serxwebûn û serfiraziyê. Em hebûn û têkoşîna xwe hîn bilintir bikin u pêngava 1973’an hatî destpêkirin bi wê pêngavê re heval Mazlûm agirê Newrozê bi canê xwe pêxist. Gelê me yê ku bi vê pêngava 1973’yan heta îro canê xwe fedakiriye em hemûyan bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewinin.”

Pişti axaftina Kara bernameya şahiyê li ber axaftinên Ocalan meşale hat pêxistin. Piştî wê koma mûzîkê ya NÇHM stranên xwe pêşkêş kir. Koma Govendê ya şehîd Xebat Marinos hat ser dikê. Sikêç lîstin û Hunermend Axin bi stranên xwe gel coşand. Koma Govenda Ciwanan, Koma Şehîd Serhed ji Başûr, Hunermend Berbang derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.