27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji bo azadiya Ocalan qîriya

Pîrozbahiya Newroz bi şiyara “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Tirmil ya Mêrsinê bi çoşeke mezin pêk hat. Gel qada Newrozê bi flamayen reng rengî xemiland. Gel di pîrozbahiyê de pankartên “Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin”, “Newroz pîroz be” û “Kemal Kûrkût nemir e” daliqandin. Bi hezaran jin û zarok bi al û flamayên Newrozê yên kesk, sor û zer û bi tilîlî û dûrişmeya “Bijî Newroz” ketin qada Newrozê. Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî tevlî Newrozê bûn li qadê bi stran gotin û govend gerandin. Gel li qada Newrozê bê navber dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel, gel li vir e”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. HDK, DBP, TJA, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mersînê, parlamenterên HDP’ê yên Mersînê, Seroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbuyî Elîf Torûn Oneren, Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik û ji  7 saliyan heta 70 saliyan bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn.

Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê herkesî bi yekdengî dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehît namirin” berz kirin. Axaftina vekirinê ya bernameyê Hevserokên HDP’a Mersînê Bedriye Kûş û Hoşyar Sariyildiz kirin û cejna Newrozê li beşdaran pîroz kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan anî ziman ku Newroz navê zindîbûn û berxwedanê ye û wiha got: “Em kurd di şopan Newroza sala 2013’an de diçin. Di Newroza 2013’an de birêz Ocalan deklerasyonek weşand. Di Newroza Amedê de birêz Ocalan çawaniya çareseriya Pirsgirêka Kurd ji dinyayê û Tirkiyeyê re ragihand. Em kurd ji bo pêkanîna deklerasyona ku birêz Ocalan pêşkêş kir dê heta dawiyê têbikoşin. Wê Em ê bi rêya sêyemîn têbikoşin û aştiyê bînin vî welatî.”

Piştî axaftinan hunermend Talat Yeşîl, Azad Bedran û Mehmet Aykût derketin ser dikê û stran gotin û bernameya Newrozê bi stranan bi dawî kirin.