27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li warê Mazlûm Dogan agirê Newroz gur kirin

Li navçeya Depê ya Xarpêtê ku sir û sermaya hewayê di bin sifrê de bû, gel bi coş û kelecanek mezin Newroz pîroz kir. Li Dep’ê ji sala 2019’an vir ve cara ewil e gel Newrozê pîroz dike. Bi sedan welatî li Qada Otogarê ya navçeyê kom bûn û agirê Newrozê hilkirin. Welatiyên tevli pîrozbahiyê bûn li gel hewa sar jî govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Komek li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê kom bûn û heta qadê meşiyan.

Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî pêşengê PKK’ê û sembola Newrozê Mazlûm Dogan bi bîr anî û got: “Rêya wan rêya me ronî dike. Heke pêvajoya çareseriyê nehata qedandin dê niha bi pêşengiya Ocalan aştî û çareserî pêk bihata. Tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Eger peyamek jî ji Îmraliyê were dê rê li ber hêvî û aştiyê veke.”

Piştî axaftinan xwişka Mazlûm Dogan, Arîfe Dogan û rêveberên HDP’ê agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan li derdora agir govend gerand û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Hunermend Jan Axîn derket ser dikê û stran strî. Piştî pîrozbahiyê ciwanan li gel strana “Ha Gerîlla” meşiyan.