9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî Hikûmeta Tunisê zêde dibin

Li gorî muxalefeta Tunisê hemû hewldanên serokê Tunisê têk çûne û dê nikaribe di dawiya vê salê de hilbijartinan lidar bixe.

Rewşa aborî ya Tunisê gelekî nebaşe û hikûmet dê nikaribe deynên bankaya navnetewî bide. Partiya Karkeran a Tunisê bi daxuyaniyekê hewldanên Qeys Seîd ên ku navê Şêwrê lê tê kirin bi tundî şermezar kir û siyaseta hikûmetê rexne kir. Li gorî daxuyaniya Partiya Karkeran a Tunsisê; Hikûmeta Qeys Seîd hewl dide ku rejîmeke  otorîter ava bike û demokrasiya ku gelê Tunisê bixwîn û xwêdana xwe bidest xistiye, têk bibe.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li pêşiya Qeys Seîd tenê rêyek heye ew jî li gorî bankaya Navnetewî tevbigere û ji ber nikare deynên xwe bide , lewre nikare ji gotina wan derkeve.”

Partiyan Karkeran di dawiya daxuyaniya xwe de gotiye ku rizgakirina gelê Tunisê û bidawîanîna li vê rewşê pêkane. Li gorî Partiya Karkeran divê hikûmeteke niştimanî were avakirin ku pişta xwe bi aboriya xwe ya xweser girêdide û di siyaseta xwe ya derve de jî siyaseteke pêşketî ya di xizmeta gel de biafirîne.

Hêjayî gotinê ye ku Tunis jî wekî gelek welatên din şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê bandoreke mezin li ser aboriya wê kir û nirxê her tiştî bi xwe re buha kir.