9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RAJIN: Têkoşîna Nûjiyan pîvana xwegihandina rastiyê ye

Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) ji ber salvegera 5’emîn a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Lêgerîner, rojnameger û şoreşgera dilsoz ya doza tekoşîna azadiyê û jiyana bi rûmet hevrê Nûjiyan Erhan, em di salvegera 5’emîn a şehadetê de bi hezkirin, rêz û minetdarî bibîrtînin. Di şexsê wê de tevahî jinên rojnamevan ên ku li ser bingeha; bila rastî di tariyê de nemînin têkoşiyan û bûn şopdarên heqîqetê bibîrtînin. Soza bicihanîna hêviyên wan û girêdaniya xwe ya bi xeta ragihandina azad a jinan ku bi pêşengiya Nûjiyan, Gurbet, Şervîn, Sarya, Denîz, Dilîşan û Dilovanan hat pêşxistin dubare dikin.

Hevrê Nûjiyan Erhan, li dijî siyaseta qirkirin û bişavtina çandî û ziman a ku dewleta tirk ya dagirker, li hemberî jinên kurd û di şexsê wê de li ser gelê Kurdistanê dida meşandin derket û beşdarî nav tevgera tekoşîna azadiyê bû. Li çiyayên azad, da ser şopa hevrê Gurbet û kêlî bi kêlî jiyana xwe li ser hîmê gera li heqîqetê û azadiyê ava kir. Di dilê xwe de hêviyên jinan û mirovahiya azadîxwez hilgirt. Bi berpirsyariya pêkanîna wan hêviyan têkoşiya, weke jineke kurd a şoreşger û rojnameger a ragihandina azad a jinan di nav têkoşîna azadiyê de rista pêşengiyê girt ser milê xwe. Bi sekneke biryardar a têkoşînê bû xwedî meşeke bêrawestan a jiyana azad.

Nasname û xeta çapemeniya azad, bi biryardarî û israra kesayetên pêşeng ên weke rojnameger Nûjiyan Erhan bi pêş ket û hat bi rêxistinkirin. Bi helwesta şoreşgerî li hemberî hemû paşverûtiyan û her cure dezgehên çapemeniya pergala desthilatdar a mêr-dewlet pêşengên ragihandina jinan yên weke Nûjiyanan bi berxwedaneke bêhempa têkoşiyan. Îro jî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi sedan jin bi vî ruh û biryardariyê li hemberî hişmendiya mêrserwer a zayenperest, êrîşên dagirkerî û faşîzmê di nav ked û têkoşîneke bêhempa de ne. Bi rêxistinkirina Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) di guhertin û veguhertina civakê de roleke sereke dileyîzin.

Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê Şengalê êrîşên hovane pêk anîn, hevrê Nûjiyan bi wêrektiyek mezin berê da Şengalê. Wekî rojnamevan li gel ragihandina heqîqetan êşên jinên Êzidxanê jî di dil û mêjiyê xwe de, ji kûr ve hîs kir û ji bo bibe dengê rastiyan kedeke mezin da. Hevrê Nûjiyan rastiya hat jiyîn vegot û weke ferdeke wê civakê tevgeriya. Ev rastiya rojnameger Nûjiyan li gel jinên Êzidî şopên girêdan û heskirineke mezin da avakirin.

Di 3’ê Adara 2017’an  de PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk xwest careke din êrîşî Şengalê (Xanesorê) bike û fermana ku çeteyên DAÎŞ’ê bi sernexist dubare bike. Gelê êzidî û şervanên wê bi helwesteke tund li hemberî vê hewldanê sekinînin û rê nedan. Rojnameger Nûjiyan bi helwesteke şoreşgerî li gel civaka êzidî li dijî êrîşên PDK’ê û kiryarên wî yê îxanetkar di eniyên herî pêş de cih girt. Ji ber vê helwesta bi rûmet ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi zanebûn hat hedefgirtin.

Li ser vê bingehê em dibêjin heta helwesta şoreşgerî û lêgerînerên jiyana nû hebin, wê ruhê Nûjiyanan bi rastiyan re bê jiyîn. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdara Gurbetan, Denîzan û bi dehan hevrêyên mîna wan, em kedkarên çapemeniya azad em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê,  lêgerînerên Jiyana Nû û bibin heqîqeta Nûjiyanan afirandiye.

Careke din em lêgerînera jiyana azad hevrê Nûjiyan bi heskirin û minetdarî bi bîr tînin, di şexsê wê û tevahî şehîdên têkoşînê de soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin.”

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3’ê adara 2017’an di êrîşa çekdarên PDK’ê ya li ser Şengalê de birîndar bûbû û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.