9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pêşiya hevdîtina Putîn û Zelenski 3 astengî hene

Beriya derdora salekê ji destpêkirina êrîşên Rûsyayê gelek caran serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenski xwest ku diyalogê bi serokê Rûsyayê Vlademir Putîn re bike lê şertê sereke yê Moskovayê ew bû ku Ukraynayê şerê li dijî alîgirên Rûsyayê rawestîne.

Piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê jî gelek caran Zelenski xwest ku hevdîtineke raste rast di navbera wî û Putîn de çêbibe.  Her wiha got ku arêmanca hevdîtinên di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê de ew e ku dawî serokê herdu welatan hevdîtinê bikin.

Lê ji bo pêkanîna hevdîtineke wiha di navbera serokê herdu welatan de 3 astengiyên mezin li pêşiya wan hene.

Bêguman mijara daxwaza Ukraynayê ya tevlêbûna NATO’yê yek ji pirsgirêkên sereke ye û yek ji sedemên sereke yên destpêkirina êrîşên Rûsyayê ye. Lê bi demê re piştî êrîşên Rûsyayê serokê Ukraynayê hin caran anî ziman ku ew dikarin dest ji wê daxwazê berdin.

Pisgirêka duyemîn jî ew e ku di dema dawî de li ser zimanê berpirsên Ukraynayê tê ziman,tevlêbûna Yekitiya Ewropayê ye. Ew yek jî ji bo Rûsyayê nayê qebûlkirin û sedemê nakokiyeke mezin e.

Lê Rûsyayê tevlêbûna Ukrayayê wekî endameke vê yekitiyê napejirîne li gorî Moskovayê tenê Ukrayayê dikare têkliyên xwe yên aborî bi YE’yê zêde bike .

Her wiha pirsgirêka Sêyemîn jî mijara girava Qirmê ye ku Rûsyayê di sala 2014’an de ew tevli axa xwe kir. Rûsyayê dixwaze ku Ukraynayê vê yekê nas bike û wê giravê wekî parçeyekî ji axa Rûsyayê bipejrîne.  Lê qebûlkirina vî şertê Rûsyayê dê bandoreke siyasî ya mezin li siberoja serokê Ukraynayê bike. Lewre Zelenski vê yekê qebûl nake.

Sibê êrîşa Rûsyayê meheke xwe tijî dike û heta niha li pey xwe bi milyonan penaber û koçber, bi hezaran kuştî û birîndar hiştine û dorpêçkirin û zexta li ser gelek bajarên ukraynayê berdewam dike.