3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja 24’mîn a êrîşa Rûsyayê de rewşa Ukraynayê

Di roja 24’mîn a êrîşên Rûsyayê de piştî ku artêşa Rûsyayê dest danî ser bendera stratejîk a Mariupolê êdî dorpêçkirina paytext Kievê dijwartir bû û girêdana wê ya bi deryaya Azov ve hate astengkirin.

Artêşa Rûsyayê li derdora Kievê dest bi kolana xendeqên nû kirin da ku wesayitên xwe yên zirxî tê de bicih bike.

Ji aliyekî din ve Ukraynayê da xuyakirin ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê de di encama topebarana Rûsyayê de 222 kes li paytext Kievê hatine kuştin.

Her wiha ji aliyê Polandayê piştgiriya bi Ukraynayê re berdewam dike û di vê der barê de Wezîrê Karên  Derve yê Rûsyayê Sergey Lavruv gef li welatên ku piştgiriyê didin Ukraynayê kir û wiha got: “Çi xetên piştgiriyê an jî wesayitên ku piştgiriya çekan ji Kievê re dibin, dê bibin hedefên rewa ên artêşa Rûsyayê “

Ev yek jî metirsiya ku êrîşên Rûsyayê li dijî hêzeke welatên NATO’yê pêk were zêde dike. Ji xwe berê jî sekreterê Giştî yê NATO’yê behsa vê yekê kiribû û wiha gotibû: “Qedexekirina ezmanê Ukraynayê ji bo firîne tê wateya xistina balafirên Rûsyayê ew jî tê wateya destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn.”

Ji aliyê siyasî ve jî diyalog û hevdîtinên di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin. Lê gelekî astengî û nakokî di navbera wan de hene. Ukraynayê daxwaz dike ku Rûsyayê hemû hêzên xwe ji axa Ukraynayê vekişîne û Rûsyayê jî dibêje divê Ukraynayê bêalî bimîne û nekeve nava tifaqên bi welatên Rojava re.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî yên dawî heta niha 6,5 milyon kes li nava Ukraynayê penaber bûne, her wiha derdora 3 milyonan jî derketine derveyî Ukraynayê û welatên derdorê bicih bûne.

Tevî hemû ambargoyên giran ên li dijî Rûsyayê ew êrîşên xwe ranawestîne û dibêje tevî hemû astengiyan ew dê operasyonên xwe berdewam bikin.