17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Mexmûrê bi meşek meşaleyî Newroz pîroz kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran ciwan û xwendevanan bi meşek meşaleyî Newroz û 50’emîn sala Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Meş li ber dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi pêxistina bi hezaran meşaleyan destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Newroz li Rêber pîroz be’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hat berzkirin. Piştî ku meş gihîşte Çiyayê Qereçoxê agirê Newrozê hat pêxistin.

Piştî vêxistina agir, meşê berê xwe da Parka Şehîd Aryen û li ber parkê agir pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.