21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wateya ‘ozan û hozan’

Veysî Varli

Seydayê Cegerxwîn di helbesteke xwe de dibêje “ Yê mala me xirakirî ye; Yek jê xizanî û ya din jî nezanî ye” Dema ku mirov nezan û ji xwe dûr be, navên cuda jî dide ber navê xwe û cilê qetandî jî wekî dînan ê parçe parçe dide ser bejna xwe. Lê bi qurbana dîn be dîn ji dîntiya xwe wî cilî diqetîne, ev kesan bi pera yê qetandî dikirin û ferqa navbera wan jî ev e.
Heta salên serê 1980’yî peyvek ozan/hozan di nav çanda kurdan de tunebû yan jî ez lê haynebibûm. Ji ber vê jî min her dem meraq kir gelo peyva ozan/hozan çi ye? Di çanda kurdî de heye yan na? (Tenê li başûrê Kurdistanê ji bo beşek helbestê HOZAN dibêjin lê ew beş jî li gorî reng û rewşa helbestên 12 mesheb parastiye.) Ji bona ku ez bi bersivînim ketim nava gelek ferheng, pirtûk û pirsan. Li gorî encamên lêkolîn û lêgerînên ozan ne yê me ye û ne peyveke rast e.

Li gorî dîrok û çavkaniyên tirk/moxolan peyva ozan di wateya kesê ziman şor, geveze, gêj/gêjok –xêv/xêvik, çileqe û xebergerîn hatiye bikaranîn. Dijî van pênaseyan dema ku em li hin çavkaniyên cuda dinêrin tê dîtin ku wateyên vê peyvê yên cuda hene. Di pirtûka ‘Dîvanûlûgatû Turk’ de, siwarê hespê yê ku hespa xwe dajo pêş re ‘ozitgan’, ji hespa dikeve pêşî re jî ‘ozgan’ tê gotin. Li gor, dîrokzanê tirk M.Fûad Koprulu ji çavkaniya lugata Îbn Muhenna dibêje ji kûçikê li pêş direve re ‘ozgan’ tê gotin. Ev peyv sedema ku di devoka uygur û moxola de tîpa (g) yê di nava peyvê de tê derxistin (xwarin) û ‘ozitgan’ dibe ‘ozitan’, ‘ozgan’ jî dibe ozan. Berî ku dewleta osmanî çêbibe li nav ûygûran de ji sedema gevezetî û ziman şoriyê ji kesên ku şeva xewleta bûk û zavê li ber çadirê çileqetî û gevezetî dikin re jî ‘ozan’ hatiye gotin. Di pirtûka ‘Dede Korkût’ de dibêje “ ‘At ayagı kulug, ozan dili çevuk olur’ / Lingê hespê bi şanik/Çal e, zimanê ozan sivik e” hatiye gotin. Ji sedema wateya peyva ‘ozan’ ev e, di dema serhildanên sedsala 16 û 17’an de li nav osmaniyan ji bo kesê rêbertiyê ji serhildanên nava gel de dikin re peyva ‘ozan’ hatiye bi navkirin. Paşê ji bo rêberê çanda elewiyan jî peyva ‘ozan’ hatiye gotin. Armanca qesta vê peyvê ji bona ku van kesa wekî kesên bênirx û biçûbikin tê bikaranîn.

Lê paşê ji sedema ku pîrên elewiyan tembûrvan û gotubêjbûn, di nava gel de ji bo kesên helbestvan û sazbend re peyva ‘ozan’ wekî navek bi nirx hatiye zanîn û cih girtiye. Lê mixabin rastiya vê peyvê ne di wateya helbestvan, gotûbêj, rêber û tembûrvande ye. Dema em li dîroka çanda kurdan dinêrin di heman demê de kurdan jî ji bo ku dom û qereçiyên di nav xwe de wekî kesê nebaş û bênirx bi nav bikin, ji wan re aşiq dibêjin û heta roja îro ev peyv heye. Ji sedama ku kurd peyva aşiq bikartîne piştî demek şûnde osmanî û tirk jî ji bo kesên sazbend û stranbêjiyê dikin re aşiq dibêjin. Îro her çiqas peyva ‘ozan’ di wateya kesên helbestvanê tembûrê de tê zanîn jî ev zanebûn ji bingeha rastiyê dûr e. Lê mixabin kurdên me yên ku îro haya wan ji vê dîrokê tune ye, stranbêjî, dengbêjî û goranîbêjiyê ji ber navê xwe hildane û hozanî dane ber navên xwe.

Tenê ji we hêvîdar im ji bo şehîd Serhat û yên wekî wî ne bêjin ozan/ hozan Serhat. Ê din kî vî navî layiqê xwe dibîne û dide pêşiya navê xwe bila deynîn, kêfa wan e.