21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê nerazîbûn nîşanî serdana Beşar Esed a Îmaratê da

Ji sala 2011’an ve cara yekemîne ku serokomarê Sûriyeyê Beşar Esed serdana welatekî ereb dike. Esed bi serdaneke fermî çû Îmarata Erebî û ji aliyê Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubey Şêx Mihemed Bin Raşid ve hate pêşwazîkirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê der barê serdana Esed de daxuyaniyek da û nerzabûna xwe anî ziman. Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku Washingtonê dê tucaran ambargoyên li ser rejîmê raneke û piştgiriya ji nû ve avakirina Sûriyeyê neke. Heta çareseriyeke siyasî li wî welatî çêbibe dê piştgiriyê neke.

Berdevkê Wezareta Derve ya DYA’yê Ned Price nerazîbûna welatê xwe li dijî vê serdanê û têkliyên bi Esed re anî ziman û wiha got: “Cihê xemgîniyê ye ku hewldanên rewakirina rejîma Esed tên kirin, di demekê de ku ew berpirsê kuştin û windakirin zêdeyî 150 hezar kesan e.”