18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştgiriya ji bo Dûrakê didome

Ev demeke ji bo azadiya hunermend Nûdem Dûrak a ku ji 2015’an ve di girtîgehê de ye gelek hunermendên biyanî yên wek Roger Waters yê endamê Pînk Floydê, feylezof Noam Chomsky, aktor Ken Loach, çalakgera siyasî Angela Davis jî hene piştgiriyeke xurt didin. Kampanyaya ji bo azadkirina hunermenda kurd Nûdem Dûrak bi piştgiriyeke xurt a navneteweyî dewam dike. Di nava kesên piştgirî dayî kampanyayê de êdî aktorên navdar Mark Rufallo û Maxine Peake jî destekê didin kampanyayê û dixwazin Nûdem Dûrak bê derdan.

Aktorê ku 3 caran bûye namzetê Oscarê, Mark Rufallo doh vîdeoyeke hesabê Azadî ji Nûdem Durak (Free Nudem Durak) re parve kir û pê daxwaza berdana hunermend Nûdem Durak kir. Nûdem Dûrak ji ber stran gotina bi Kurdî ji sala 2015´an ve di hepsa dewleta tirk de ye. Li Dûrak a 33 salî, 19 sal cezayê hepsê hatiye birîn.

Di dinyaya sînemayê ya Marvel de aktor Mark Rufallo bi rola Dr. Bruce Banner tê nasîn. Wî doh di ser hesabê xwe yê twitterê re vîdeoyek belav kir. Di vîdeoyê de mirov Nûdem Dûrakê dibîne ka çawa stranan dibêje û direqise. Ev dîmen jî beriya girtina wê bi çend rojan hatine girtin.

Rufallo bi van gotinan piştgirî da kampanyaya ji bo azadkirina Nûdem Durakê û wiha got: “Ev mirova xweşik, dilovan û jîr, di hepseke tirkan de girtiye. Sûcê wê gotina stranên bi kurdî bû.” Wî bang li 7.9 milyon kesên wî dişopînin kir da ku peyama #FreeNudemDurak belav bikin.

Aktrîsta navdar a Ingilîz, Maxine Peake, bi parvekirina peyama hesabê kampanyaya Azadî ji Nûdem Durak re piştgirî da Nûdem Dûrak û xwest bê berdan.

Maxine Peake di heman demê de bi dilxwazî ji Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştiyê ye jî. Wê parvekirina hesabê kampanyayê yê twîterê “Free Nûdem Durak” (Azadî ji Nûdem Durak re) retweet kir û wiha nivîsî: “Bila Nûdem Dûrak bê berdan.”

Herî dawiyê jî nivîskar û lîstikvanê amerîkî John Kusack jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha got: “Hunermenda kurd a di sala 1988’an de ji dayîk bûye, ji aliyê daraza Tirkiyeyê ve bi 19 sal ceza jê re tê xwestin. Jixwe ev 6 sal in ku di girtîgehê de ye. Sûcê wê gotina stranên li ser edaletê ye. Vê jina ku tenê ji ber stranên bi kurdî gotine tê darazandin, nas bikin.”

Di çarçoveya kampanya ji bo Dûrak de heta niha muzîsyen, wênesaz, lîstikvan û akademîsyen jî di nav de bi sedan kesî piştevaniya Dûrak kiriye.

Ji ber ku materyalên muzîkê nedabûn Nûdem Dûraka di hepsa Bayburtê ragirtî, endamê koma muzîkê ya Ingilîz a navdar Pink Floydê, Roger Waters, bang li Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan kiribû. Waters gotibû, Dûrak xwişka wan e û nedayîna meteryalên muzîkê ya Dûrak nayê qebûlkirin.