18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîsa Çalan dê ‘Xelata Ruhê Sinemayê’ bigre

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Keralayê (IIFK) ya îsal (ya 26´an) dê ‘Xelata Ruhê Sinemayê’ bide derhêner Lîsa Çalan a ku di êrîşa DAIŞ’ê de her du lingên xwe wunda kiribûn.

Ev Festîvala başûrrojavayê Hindistanê, wekî din wê ‘Xelata Ruhê Sînemayê’ bide Lîsa Çalanê. Festîvalê doh li paytexta eyaleta Kerala Thiruvananthapuramê dest pê kir.

Festîval bi bîr dixe ku her du lingên Lîsayê di êrişa DAIŞ’ê ya li Amedê ya 5’ê Hezîran 2015’an de jêbûne. Çalan derhêneriya ‘Zimanê Çiya’ kir û senaryoya wê nivîsand, hevderhêneriya ‘Rengên Nisêbînê’ kir û edîtora kurtefilma ‘Dengê sikakê’ jî ye.

Lîsa li IIFK´yê yekemîn kes e ku Xelata Ruhê Sînemayê werdigire. Filmê wê bi navê Zimanê Çiya wê sibe bê nîşandan û ew ê jî paşê bersiva pirsên temaşevanan bide.

Lîsa Çalan wê di heman çalakiyê de romana yekê ya Haritha Savitri ya bi navê ‘Sin (Guneh)’ jî bide nasîn. Roman behsa têkoşîna gelê kurd dike.