5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrozbahiya Newrozê li 7 navendan dest pê kir

Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Destpêka ewil a pîrozbahiya Newrozê di 15’ê adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû dayîn. Gel bi pêşengiya rêxistinên KCD, TJA, HDP, DBP û saziyên civakî îro li 19 navendan Newrozê pîrz dike. Bi hezaran kurd li Dêrsim, Şirnex, navçeya Pirsûsê ya Rihayê, navçeya Qoserê ya Mêrdînê, navçeya Panosê ya Agiriyê, Mêrsîn, navçeya Gebze ya Kocaeliyê di saetên serê sibehê de berê xwe dan qadên Newrozê. Tevî hewa sar û barîna berfî jî jin, ciwan bi cilên xwe yên netewî herikîn qadên Newrozê û bi pankard, dowîz û girseya xwe xemilandin.

Navçeya Panosê

Li Navçeya Panosê ya Agirî xelkê navçeyê ji serê sibehê ve li qadê kom bûn û qad tije kirin. Tevî serma zêde xelk li qada pîrozbahiyê kom bû û Newrozê pîroz dike. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê digerîne.

Navçeya Pirsûsê

Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek rêyên diçin qada Newrozê ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatine girtin. Bi hezaran welatiyên li qadê kom bûne li ber stranan govendê digirin. Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan pankarta “Ji her kesî re edalet” nexistin qadê. Polîsan bi sedema “pankart têkildarî Newrozê nîne” asteng kir. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin û axaftina dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn. Agirê Newrozê bi coşek mezin hat vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftin û stranan didome.

Navçeya Qoserê

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî pîrozbahî li Qada Otogarê pêk tê. Pîrozbahiyê bi kelecaniyek mezin dest pê kir. Bi hezaran welatî di saetên serê sibehê de hatin qadê. Gel bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” Newrozê pîroz dike. Li qadê bi hezaran welatî tevî barîna baranê jî kom bûne. Welatiyên kom bûne dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Hatina welatiyan a qadê didome.

Mêrsîn

Newroz dê li Çukurovayê li 5 bajar û 2 navçeyan bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê yên li Çukurovayê bi dawî bûn. Li Çukurovayê Newroza yekemîn li Qada mîtîngê ya Tirmilê ya Mêrsînê tê pîrozkirin. Qada Newrozê bi flamayên rengîn hatin xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be”, “Em ê tecrîdê bişikînîn, faşizmê têk bibin”, “Dem dema serkeftinê ye” hatin daliqandin. Serê sibehê jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi xiftanên xwe diherikin qada Newrozê. Girseya li hev kom dibe dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz be” berz dikin. Jinan bi rengê kesk, sor û zer xwe xemilandin bi stranên Newrozê govendê digerînin. Pîrozbahiya Newrozê berdewam dike.

Şirnex

Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî tê lidarxistin. Girseyê li qada pîrozbahiyê pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz raperîna jinan e” û “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” daliqandin. Welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûn cilên netewî li xwe kirin û qada Newrozê bi rengê cilên neteweyî zindî kirin. Ji serê sibehê ve ji zarokan bigire hata kal û pîran diherikin qada Newrozê. Tevî hewa sar jî xelk li qadê kom bûye û bi kelecan pîrozbahiyê da destpêkirin. Ciwan û kal û pîr li ber stranan govendê digerînin.

Dersîm

Li Dêrsim, Gebze û navendên din jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Bi hezaran welatî li qadên pîrozbahiya van navendan kom bûne. Newroz bi coşek mezin didome.