27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newaf Xelîl: Tirkiye ewil êrîşî hafizayê dike

Gerînendeyê Navenda Kurd a Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriya tirk a li ser Efrînê wê bi rêbazên pêşketî berdewam bike.

Tirkiye di 18’ê Adara 2018’an de ket bajarê Efrînê û piştî şerê 58 rojan Efrîn dagir kir. Hêzên YPJ û YPG’ê û şêniyên Efrînê li diji artêşa NATO ya herî mezin ku bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir, 58 rojan li ber xwe da. Tirkiye piştî şerê dijwar ê 58 rojan Efrîn dagir kir. Tirkiye piştî Efrîn dagir kir komên çetdar ên biyanî û malbatên wan li Efrînê bi cih kirin. Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di dirêjahiya 4 salên dagirkirinê de, 686 welatiyên Efrînê jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 8 hezar hatine revandin, çarenûsa nîvê wan hîna ne diyar e.

Têkildarî pêşeroja herêma dagirkirî û tişta li hundir û li ser asta derve têne kirin, Gerînendeyê Navenda Kurd a Lêkolînên Kurdî li bajarê Bochum ê Almanya Newaf Xelîl ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Newaf Xelîl bal kişand ser dagirkrina Efrînê û wiha got: “Ev yek ji bo dewleta tirk tiştek ne nû ye ku dîroka wê ya dirêj tijî dagirkirin.”

Xelîl anî ziman ku dewleta tirk dema bajarekî dagir dike, destpêkê nîşaneyên wî yên dîrokî û demografiya diguhere.

Xelîl destnîşan kir ku Efrîn ji hêla komên îdia dikin ku nûnertiya şoreşa Sûriyê dikin û rasterast desteka xwe ji dewleta Tirk digirin ve hate dagirkirin û wiha got: “Efrîn bi sed hezaran welatiyên sûrî yên ji ber şer reviyan û ji xwe re tu cih li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê yan jî opozîsyona Sûriyê de nedîtin, pêşwazî dikir. Tevî wê jî Efrîn ji aliyê komên ku îdiaya nûnertiya şoreşa Sûriyê dikin ve hatibû dorpêçkirin û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin.”

Xelîl îşaret pê kir ku piştî serkeftinên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, dewleta tirk bi salan gefa dagirkirina Efrînê dixwar û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li benda hilweşîna Kobanê bû û sînor û balafirên xwe li pêşiya bi hezaran çeteyên DAIŞ’î vekir da ku biçin bajarê Kobanê yê Rojava. Kobanê destpêka ketina DAIŞ’ê bû.”

Newaf Xelîl anî ziman ku siyasetên dijminane yên dewleta tirk ên li hember gelên herêmê wê bibin destpêka bidawîkirina dewleta tirk û got: “Dewleta Tirk ji ber nirxandinên xwe yên stratejîk ên şaş xwe xist nav krîzan. Ev yek di rewşa niha ya hikumeta Erdogan û partiya wî de diyar dibe. Dewleta tirk hemû hêzên xwe yên hewayî, leşkerî û bi deh hezaran ji rêxistinên terorîst ji bo dagirkirina Efrînê bi kar anîn.”

Armanca Tirkiyeyê dagirkirin e

Newaf Xelîl behsa armanca dewleta Tirk ên li Rojava kir û wiha anî ziman: “Armanca dewleta Tirk di dagirkirina Rojava de û gelek herêmên Sûriyê yên dîtir eşkere ye. Armanca wê yê stratejîk têkbirina Rêveberiya Xweser, guhartina demografî û nîşaneyên dîroka Efrînê ye. Ev yek li pêşiya çavên rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî tên kirin.”

Xelîl da zanîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve, di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de, dewleta tirk bi rêya çeteyên Cebhet El-Nusra dest bi dijminatiya herêmê kir û di 2013’yan de êrişî Serêkaniyê kir.

Xelîl bal kişand ser siyasetên dewleta tirk ên veşartî û wiha pê de çû: “Dewleta tirk tecrûbeya turd bi taybet piştî ragihandina Rêveberiya Xweser di 2014’an de hedef digire. Piştî serkeftinên QSD’ ê yên li hemberî DAIŞ’ê û rizgarkirina gelan herêman, ew herêm bûn armanca stratejîk ên dewleta tirk ku tecrûbeya jiyana hevbeş a di navbera pêkhate û kurdan de têk bike.”

Têkildarî xeteriya siyaseta dewleta tirk li ser Efrînê Gerînendeyê Navenda Kurd a Lêkolînên Kurdî ev tişt got: “Xeteriya dewleta tirk ew e ku herêmê ji şêniyên resen vala bikin, bi darê zorê ji mal û xakên wan koçber bikin, bi rêya sûcên revandin, girtin û qetilkirin û fidyeyan şêniyên resen asteng bikin.”

Li gorî raporên heyî, rêjeya şêniyên Efrînê yên resen ku beriya dagirkirinê ji sedî 95 bû, piştî dagirkirinê daket ji sedî 20.

Newaf Xelîl destnîşan kir ku rêya yekane ya berxwedana li hember siyaseta dagirkeriya tirk û çeteyên wê li Efrînê; piştgiriya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ku li hember komên terorîst disekinin, şênî bi hemû rêbazan bi xaka xwe ve girêdyaî bin, her wiha divê Rêveberiya Xweser xebatên xwe yên dîplomasî û siyasî zêde bikin ku sûcên dagirkeriyê li herêmê werin teşhîrkirin.

Xelîl got ew di Navenda Kurd a Lêkolînên kurdî de li ser eşkerekirina sûcên dewleta Tirk bi rêya peywendiya bi dostên xwe yên li Ewropayê re dixebitin.

Newaf Xelîl bi domdarî got: “Gelê Kurd û berxwedanê ji hev cuda nabin. Kurd li parçeyên Kurdistanê rojekê li hember sûcên dagirkeriyê ranawestîne. Li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê li hemberî pergalên destpolî yên mêtîngerên Kurdistanê şoreş û serhildan li dar xistin, ev yek girêdana kurdan bi xak û mafên xwe yên rewa re nîşan dide. Piştî destkeftiyên bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi dest xistine, berxwedan wê bi rêbazên pêşketî berdewam bike.”

Newaf Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: ” Berxwedan wê berdewam bike û wê gelek dostên qezenc bike.”