10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Încî Guler: Soz dan lê pêk neanîn

Malbatên girtiyên nexweş, bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan, serbest bêne berdan, 123 roj Nobeda  Edaletê digirin û têdikoşin. Malbatan 101 rojan li Baroya Amedê çalakiya  Nobeda Edaletê li dar xistin. Malbat ji bo daxwazên xwe bigînin meclisê û navendên partiyên siyasî çûn Enqereyê. Malbat 22 roj in li qadan çalakiyên xwe berdewam dikin. Hem li derve çalakiyan li dar dixin û hem jî serdana partiyên siyasî yên Amedê dikin. Tekildarê çalakiyên li Amedê xwişka Abdulselam Guler ê 28 sal in girtî ye Încî Guler nirxandin kir. Încî Guler bal kişand ser nexweşiyên birayê xwe û wiha got: “Birayê min ji dilê xwe nexweş e. Tansiyona zêde pê re heye. Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan bi dawî bûne bên berdan 123 roj in Nodeda Edaletê digirin. Ji bo zagonên Tirkiyeyê bên guhertin û girtîyên nexweş bên berdan em çalakiyan li dardixin. Di pêvajoya pandemiyê de girtiyên edlî serbest berdan. Lê girtiyên siyasî di girtîgehan de hiştin û tecrîd kirin.

‘Sozên xwe pêk neanîn’

Încî Guler, bal kişand ser çûna Enqereyê û wiha lê zêde kir: “Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye bên berdan em çûn Enqereyê. Me li Enqereyê bi 10 partiyan re hevdîtin kir. Gotin ‘Daxwaza we, daxwaza me ye. Ev zilma ku di nava Tirkiyeyê de dibe em jî dibînin.’ Soz dan me. Soz dan lê soza xwe pêk neanîn.”

Guler, der barê serdanên partiyên siyasî yên li Amedê jî axivî û wiha got: “Me li Amedê serdana partiyên DEVA, GELECEK û SP’ê kir. Ji me re gotin ‘Heke ku îro hûn hatibin avahiya me, ev kêmasiya me ye.’ Hemû diyar dikin ku çalakiya me mafdar e. Diyar dikin ku pirsgirêka malbatan pirsgirêka wan e. Lê heta niha ji bo pirsgirêk çareser bibe tu gav neavêtine. Rêveberên DEVA gotin ‘Ev zilma ku li girtîgehan pêk tê em jî dibînin. Hûn maftarin eger ku dewlet yek be hewceye ku zagon jî yek bin.’ Lê tenê dibêjin û nakin. Em ê biçin hemû partiyan. Em ê di serdana partiyan de vê pirsgirêkê têxin rojeva tevan.

Hefteyê 3 rojan li qadan in

Încî Guler, anî ziman ku hefteyê 3 rojan li derve çalakiyan li dar dixin û wiha berdewam kir: “Em hefteyê 3 rojan li pêş Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Saziya TIP’a Edlî (ATK) û pêş Dadgeha Amedê çalakiyan li dar dixin. Ji bo em balê bikşînin ser rewşa girtîgehan li pêş Girtîgeha Amedê daxuyaniyê didin. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan em li pêş derîyê ATK’ê ne. Em dixwazin bên dermankirin û bên berdan. Em li pêş deriyê Edliyê edaletê dixwazin. Bila hemû partî, saziyên sivîl û hêzên mafên mirovan piştgiriyê bidin çalakiya me. Em 7 malbatin. Ji van  malbatan 2 dayik in. Dayik ji dil û çavên xwe emaliyat bûne.”

“Ker û kor nebin’

Guler herî dawî bang li hemû malbatan kir û wiha bi dawî kir: “Bila hemû dayik û malbat tevli çalakiyên me bibin. Derdê me yeke. Bila hemû malbat bên piştgiriyê bidin me. Em ji zarokên xwe re bibin ronahî. Em wan tenê nehêlin. Zarokên xwe di nava çar dîwaran azad bikin. Malbat di çapemeniyê de me dibînin. Em bang li malbatan dikin ku li hemberî van çalakiyan ker û kor nebin. Em dixwazin her malbat li zarokên xwe xwedî derkevin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka çend malbatan e. Edalet ji bo herkesi hewcê ye. Bila edalet ji bo kurd, tirk, ereb û çerkezan yek be.”