3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel di bin berfê de Newroz pîroz kir: Ocalan vîna milyonan e

Gelê Şemzînanê Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê pîroz kir. Serê sibê welatî bi cil û bergên xwe yên kurdewarî hatin qadê. Ligel hewaya sar û barîna berfa zêde hatin qadê û govend gerandin. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û dest bi pîrozbahiyê kirin. Girse li dora agir govend gerand û dirûşmê “HDP gel e û gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Parlamenterê HDP’ê ya Colemêrgê Saît Dede axivî û bal kişand ser girîniya Newrozê. Saît, diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û wiha got: “Her kes dizane ku navenda çareseriyê Birêz Ocalan e. Me ev di salên 2013’yan û 2015’an de dît. Heke dixwazin şer biqede divê muzakere pêk bê. Divê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin. Birêz Ocalan vîna bi milyonan kesî ye. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.”

Newroza Şemzînanê bi stranên hunermendên herêmî û govendê bi dawî bû.