6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Dêrsimê bi coşek mezin Newroz pîroz kir

Bi hezaran gelê Dêrsimê bi meşek girseyî hatin Qada Seyid Riza û li vir agirê Newrozê geş kirin. Li gel hewaya sar û berfê gel ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê kom bû û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de parlamenter û nûneren HDP, EMEP, DAD, KESK, DÎSK, TMMOB û gelek rêxistinên civakî amade bûn. Newroza ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve hat amadekirin, bi rêzgirtinê û xwendina peyaman dest pê kir. Piştî rêzgirtinê gel agirê Newrozê hilkir. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Yûsûf  Topçu anî ziman ku girtî rûmeta wan in û wiha got: “Ji bo gel qedera xwe diyar bikin, ji bo pirsa kurd bi rêbazên aştî û demok çareser bibe, ji bo jiyanek wekhev bi edalet, em bi hevre bi ruhê Newrozê têkoşînê mezin bikin.”

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Di Newroza Amedê ya sala 2013’yan de li peş milyonan nameya Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan wê demê got: ‘Dema çekan bi dawî dibe. Niha dema muzakereyên demokratîk e.’ Lê AKP’ê dît ku eger aştî pêş bikeve dê îqtîdara wê bi dawî bibe, dest bi şer kir. Şer pêş xist. Ji wê rojê heta niha li ser kurdan bombeyan dibarînin. Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin. Vîna gelê kurd girtî ne. Tenê armancek wan heye. Dixwazin gelê kurd û elewî kesên şoreşger û demokrat serî li ber wan bitewînin. Lê nihaı em li Qada Seyid Riza ne. Em li hemberî van zaliman tu carî serî natewînin. Em ê her tim li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan hunermend Derya Cengiz, Alî Baran û hunermendên ji Dêrsimê stran gotin. Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawî bû.