18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Ev der Kobanê ye

Gelê navçeya Pirsûsê agirê Newrozê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hilkir. Girseyê li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” daliqandin. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, hevşaredara Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Korkmaz, hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevîk, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Rihayiê bi cil bergên xwe yên gelekî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li ser navê komîteya amadekar Ahmet Ceylan axivî û newroza gel pîroz kir. Piştre jî hevserokên HDP’ê ya Rihayê Çigdem Karakeçîlî û Ziya Çalişkan di axaftina xwe de  bal kişandin ser girîngiya Newrozê.

Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi tilîliyan agirê Newrozê hilkirin. Piştre jî hevşaredar Songul Kormaz axivî û bal kişand ser destkeftiyên jinan û banga parastina destkeftiyan kir.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî diyar kir ku di demek dîrokî re derbas dibin û got: “Niha zilmek mezin heye. Lê li hemberî zilmê berxwedanek jî heye. Gelê kurd siyaseta Rojhilata Navîn diyar dike. Divê îqtîdar tecrîdê rake û rê li ber aştiyê veke. Em ê yekitiya neteweyî ava bikin.”

‘Em ê yekîtiya gelan ava bikin’ 

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî bal kişand ser girîngiya Pirsûsê û wiha got: “Ev der Kobanê ye. Vî bajarî her tim li dijî zilmê serî hildaye. Li her derê zilmek mezin heye. Lê di jî vê zilmê berxwedanek mezin heye. Divê em malbata Şenyaşar ji bîr nekin. Li edaletê digirin. Malbata Şenyaşar rûmeta gelê Kurd e.

Ji 25’ê Adara 2021’an heta niha ji ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Gelê kurd siyaseta Rojhilata Navîn diyar dike. Divê îqtîdar tecrîdê rake û rê li pêş aştiyê veke. Em ê yekîtiya gelan û neteweyan ava bikin.”

Axaftina Ocalan bê navber bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat qutkirin.

Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Îsyan Ateşî û hunermend Hediye Kalkan derket ser dikê. Girse li ber muzîkê govenda azadiyê gerandin.