11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên di Newrozê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

Xizmên windayiyan her şemî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan li dar dixin. Li Amedê jî xizmên windayiyan,  Şaxa ÎHD’ê, Komîsyona Lekolîna Cînayetê Siyasî yê Faîlê Nediyar û yê bi zorê hatina windakirin û Odeya Tabîba  li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom dibin û çalakiyê li dar dixin. Xizmên windayan di hefteya 684’an de dîsa li parka Koşuyolu kom bûn û ji bo kesên ku  di şahiya Newrozê de hatine qetilkirin bibîr anîn. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û xwestin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.

Revebera IHD’ê Derya Yildirim anî ziman ku 21’ê Adara 1992’yan de kurd ji bo cejna Newrozê pîroz bikin hatin cem hev û wiha got: “Girse ji bo cejna Newrozê piroz bike li Cizirê, Hezex û Kerboranê hatin cem hev lê polîsan midaxaleyê şahiyê kir. Polîsan li navçeya Kerboranê ya Merdînê qêtlîamek pêk anî. Girsê xwast ku tev li şahiya Newrozê bibe lê polîsan midaxale kir û  Abdurrahîm Çîçek hat qetilkirin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê jî girseyê meşek li dar xist. Polîsan bi çekê otomatik êriş bir ser gel. Hatîce Katar (5), Mehdî Gungen (9), Nebahat Kakuç (65), Ramazan Bayer (70), Halîl (pitik) hat qetilkirin. Ev bûyer heta 23’ê adarê berdewam kir. Di rapora fermî ya dewletê de he çiqas ku wek kuştina 57 kes binivsîne jî  yê ku hatine qetilkirin ji vê hijmarê zêdetir e. Li navçeya Niseybinê ya Merdînê ji bo ev qetliam bên protesto kirin gel meşeke girseyî li dar dixe lê polisan di vê meşe de jî guleyan li ser gel dimeşîne. Di wê rojê de jî 16 jes tên qetilkirin û 106 kes birîndar dibin.”

Yildirim bal kişand ser lêpirsîna Newrozê û wiha berdewam kir: “Di Newroza sala 1992’yan de dehan kesan jiyane xwe dest da û bi hezaran kes jî birîndar bû. Di ser van qetliaman de 30 sal derbas bûye lê hê jî lêpirsînek, darezandinekî destpê nekiriye û li gel vê yekê jî rayedar dibêjin ku yên hatine kuştinê bi giştî PKK’yî ne. Bi van gotinan faîlên qetlîamê hatin veşartin û nehatin darezandin.”

Yildirim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û wiha domand: “Em li Tirkiye yê hê jî nebûne şahide darizandineke bi edalet nebûne. Mînake herî vekirî qetlîama Roboskiyê ye. Heta ku edalet pêk neye, derfeta aştiyê nayê. Em her heftî daxwaza xwe edaletê tînîn ziman. Em roja cejna Newrozê pîroz dikin û em di Newrozê de yê ku hatinê qetilkirin bi bîr tînin.”

Girseyî ji sedema şert û mercê hawayê çalakiya xwe ya rûniştinê pêk neanîn û piştî daxuyaniyê belav bûn.