28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temellî: Muxatabê çareseriyê Ocalan e

Bi hezaran kes bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” heriqîn qada Newrozê ya Îdirê. Di saetên serê sibehê de jin bi kincên xwe yên kurdî herikîn qada Kiliçlar a Newrozê. Tevî berfê jî bi def û zirneyê gel govend gerand. Girseya herikî qada Newrozê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” li qada Newrozê rakirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP’ê ya Bajêr Suleyman Serhat axivî. Pişre jî Hevşaredara Idirê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Eylem Çelîk axivî û bal kişand ser parastina pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan.

Parlamenterê HDP’ê ya Wanê Sezaî Temellî jî di Newrozê de bal kişand ser têkoşîna ku li hemberî zilmê tê dayîn û got: “Gel li dijî zilmê her tim bi biryar têkoşiya. Li dijî zilmê sekna kurdan her tim diyar e. Tekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdulah Ocalan e.”

Girsê piştî axaftinan agirê Newrozê pêxist û govend gerandin. Pîrozbahî bi stranên Koma Muzîkê ya Dengê Meymanê bi dawî bû.