5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglu: Em ê teqez tecrîdê bi dawî bikin

Li Gebzeyê bi tevlêbûna hezaran Newroz hat pîrozkirin. Tevî barîna berfê û hewaya sar bi hezaran li Gebzeyê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu anî ziman ku dê li Rojhilata navîn yekîtiya gelan ava bikin û wiha got: “Em ê bi hevre vê erdnîgariyê û Rojhilata Navîn yekîtiya rengan ava bikin. Em ê erdnîgariya ku hemû reng lê bi hevre dijîn ava bikin. Li Amedê 25 jin hatin binçavkirin. 7 jin hatin girtin. Çima. Ji ber ku tev li 8’ê Adarê bûn. Ji ber ku li dijî tundiyê derketin.”

‘Divê walî berî her tiştî pirsgirêka nan çareser bike’

Gergerlîoglu, bal kişand ser axaftina Waliyê Kocaelî got ‘Parlamenterekî HDP’ê nikare bibe Wezîrê Karên Hundir’. Tu kî yî? Hedê xwe bizanibe. Tu tenê karmendekî dewletê ye. Ku tu pir ji xwe bawer be, bibe namzetê AKP’ê. Ji HDP’ê 2 wekîl bûn wezîr. Deh qat ji wezîrê we bi ahlakîtir erka xwe kir. Baş bizanibe ji vê partiyê wezîr jî û serokomar jî derdikeve. Niha Sellahattîn Demirtaş girtî ye. Hemû gel baş zane ku ev zilm e. Waliyê Kocaelî, berî her tiştî divê pirsgirêka nan a Kocaelî hal bike. Li Tirkiyeyê nanê herî buha li Kocaelî ye.

Dadgeh ser suc vedişêre

Gergerlioglu, belgeya kuştina Kemal Kurkut xist destê xwe û wiha got: “Di sala 2017’an de di Newroza Amedê de Kemal Kurkut bê guneh hat kuştin. Waliyê niha yê Kocaelî wê demê Waliyê Amedê bû. Kurkut wekî sucdar nîşan da. Di rapora kuştina Kurkut de hatiye gotin ku biryar hatibû dayin ku gule neyên teqandin. Lê polîsê ku bê sedem û bê sûc ev ciwan kuşt, piştre beraet kir. Ma qet wîcdan tune ye. Niha Dadgeha Îsnînafê biryarek pir eceb da. Got encama peyvirê ev cînayet pêk hat. Got polîs erka xwe pêk anîye. Piştî wê Denîz Poyroz hat qetilkirin. Piştî destûr hatin dayîn Denîz Poyraz hat qetilkirin. Em vala tênakoşin. Em li dijî vê zilmê têdikoşin. Em li dijî vê neheqiyê têdikoşin. Li avahiyên me jin tên kuştin. Dozên girtinê li partiya me tê vekirin. Qemûm tayînî şaredariyên me dikin. Em li dijî vê zilmê têdikoşin.”

Em ê teqez vê tecrîdê bi dawî bikin

Gergerlioglu, li ser tecrîda Îmraliyê û Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha got: “Emê teqez vê tecrîda li ser hemû Tirkiyeyê bi dawî bikin. Ne tenê tecrîda li Îmraliyê, em ê tecrîda li ser hemû Tirkiyeyê teqez bi dawî bikin. Em ê li gel hemû hevalê xwe yên zindanê heta dawî têbikoşin.”