2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di dîroka kurdan de sê qonaxên girîng

Nizamettîn Ozturk

Gelê me yê rêzdar û bi nirx! Dixwazim hinekî dakevim kûrahiya dirokê. Em binêrin der barê pirsgrêka kurdan de çi qewimiye? Tekiliya kurd û tirkan çawa pêş ket? Helwesta serdestên tirk (siltan, împarator) û rewşa nûnerên kurdan (mîr û beg) çawa bû? Belê, kurd û tirk di nav dîrokê de, ji ber “pêdiviyên xwe” an jî ji ber rê di wir re derbas dibû di sê qonaxên girîng de hatin cem hev!

Bûyerên di dirokê de qewimîne, gelek direj û aloz in. Lewre em nikarin di gotarekê de her tiştî bînin ziman. Ji ber vê yekê lêborîna xwe dixwazim. Helbet, em ê bênavber şopdarê heqîqetê bin.

Qonaxa yekem: Di 1071’ê de Alpaslan agahî girtiye ku împartorê Bizansê Romen Diyojen bi artêşa xwe ya sêsed hezar leşkerî berê xwe daye Malazgirê. Wê demê leşkerên Alparslan belav bûbûn. Nikarîbû kom bike. Nêzî çar hezar leşker hêza wî mabû. Siltanê Selçukî neçar mabû. Ji ber vê yekê ji sefîran şandeyek ava kir û şand ba mîrîtiya kurdan.
Nivîsên diroknasan ên li ser vê mijarê wiha ne: Siltan Alpaslan ji bo kurdan; ji sefîran re got “Xwe bigihijînin ‘kurmamên’ me! (Balkêş e). Em herdu milet misilman in …” Pitî vê fermanê, şandeyê xwe gihand mîrên kurdan. Ji bo şerê Milazgîrê, daxwazên siltan parve kirin. Gotin “siltan aha aha … got. ji bo vê yekê divê hûn alîkari bidin me…” dawiya dawî li hev kirin. Hinek diroknas jî dibêjin deh hezar, hin jî dibêjin panzdeh hezar leşkerên Mîrîtiya kurdan, li cem leşkerên siltan cih gintin. Bi giştî nêzî bîst hezar leşker derketin pêşberî artêşa Bizansê. Li qada Malazgirê piştî şerê dijwar artêşa Bizansê têk çû. Piştî vî şerî deriyê Anatoliyayê ji Alpaslan û tirkan re vebû. Anatoliya kirin welatê xwe! Hin dîroknas jî diyar dikin ku di nava mîrîtiya kurdên merwanîyan de, şerekî dijwar pêş ketiye”

Qonaxa duyemîn: 1514’an de di navbera Împaratoriya osmanî û xanedana İranê dewleta Safevî piranî li ser mezheba ola îslamî nakokiyeke bêhempa hebû. Li gorî gotinên dîroknasan, Siltan Selîm hêj nû derketiye ser textê. Raya derûdorê siltan dixwastin êrîşekê bibi ser Îranê û xanedaniya Safeviyan ji holê rakin. Lê ji bo derketina seferê hewce bû siltan bê qanekirin. Ji bo vê yekê dikevin nav hewldaneke bêhempa. Çûn û hatina şandeyan jî serbare. Hewldan encam digire û siltan qane dibe, tavilê amadekarî destpê dike.
Beguman bûyer mezin e. Xeber belav dibe. Agahî dighêje herêmê jî. Gotina Dîroknasan hinek beg û mîr Ji ber ku ji xanedaniya Safevi aciz in, kêfxwaş dibin(!). Di vê demê de nêzî 40 beg hebûne, ji van şazdeh beg tevî leşkerên xwe li cem artêşa osmaniyan, li hemberî artêşa xanedanên Safeviyan dikevin şer. Şerê dijwar li Qada Çaldiranê destpê dike. Artêşa dewleta Safevî têk dîçe û belav dibe. Hikimdar Şah Îsmail xwe kuştinê xilas dike. Belê, artêşa omaniyan bi piştgiriya beg, mîr û bi leşkerên kurdan bi ser dikevin. Encama wî şerê Çaldiranê axa Kurdistanê dibe du parçe. Lê bi statuyeke xweser bi binyata Împaratoriya osmanî, bi riza beg û mîran dimîne. Ev statu heta sedsala 19’emîn berdewam dike…

Qonaxa sêyemîn: Dewleta osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de têk çûbû. Gelek bajar hatibûn dagirkirin. M. Kemal û rêhevalên xwe ji bo rizgariya welat derdikevin pêş. Di demsala havîna 1919’an de tên bajarê Erziromê û komcivînê pêk tînin. Komcivîna herêmî ye. Delege jî ji heman herêmê ne. Biryarên tên girtin tev li gor neteweyê ne. Piştî komcivînê diçin bajarekî din yanî Sêwasê. Ev herdu bajar jî bajarên kurdan e. Di awiya komcivînê de beyanname bi awayekî gelemperî derdikeve û pêvajo didome… Makezagona 1921’ê makul çêdibe. Piştî çend salên komarê ev makezagona erênî hilweşiya. Kurdistan çend sal berê bi deste dagirkeran kiribûn çar parçe.
Hozanê mezin Cigerxwîn dibêje “Kurdino bibin yek! Ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek!” Em hozanê mezin bi hurmet bi birtînin.