6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dijmin

Seydayê Tîrêj di helbesta xwe ya Bilbilê Dilşad de dibêje ‘’îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e’’. Belê ev 200 sal in rewşa me kurdan wiha ye, em li dijî şûrê li ser gerdenê hertim li ber xwe didin, ew roj nehat ku em zirxê xweparastinê deynin erdê û bêhna xwe berdin. Kurd dê bernedin govenda berxwedanê. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê kurd li ber xwe didin û fêkiyê berxwedanê jî berhev dikin, bila tu kes hêviyên xwe neçilmisînin.

Em îro wekî bakurê Kurdistanê fêm dikin; gur çiqasî har bibe bêtir êrîş dike û bi awayekî hovane û fenek vê yekê dike. Li dijî me kurdan rêbaza ku rejîma AKP-MHP dimeşîne jî ev e. Ev êrîşên wan ên hovane nîşaneya têkçûyîna wan e. Jixwe kurd tim li ser pira selatê bûn, lê êdî gelên din ên li Tirkiyeyê jî ji vê rejîmê aciz in, bi feryad û fîgan in. Aborî têk çûye, zanist têk çûye; îro zanistên Tirkiyeyê tev koçî welatên Ewropayê dikin, mal û milkên tirkan tev ji dest çûne (ji feqîrî). Ji ber xwedî li dizek, tecawizkaran derdikevin û ji bêcezetiya van kesan, jin hertim têne kuştin. Ciwan bêkar in. Di bin dîplomayên ku tenê navên zanîngehan li ser wan e û ji betonan pêk tên de diperçiqin. Kî di dorhêleke wiha de dikare bibêje ‘’ez bextewar im?’’ Ev tev elametên têkçûyîna rejîma wan in.

Îcar şenseke wisa yê Tirkiyeyê heye ku partiyeke weke HDP’ê heye, di vê çolistana Tirkiyeyê de weke dilopeke avê ye. Helbet dê dewleta heyî bixwaze vê dilopa avê jî ji ser gel qut bike. Sedema êrîşên wan ên hovane û zirtên wan ên rojane û daxwaza wan a ji bo girtina HDP’ê jî ev in. Sedema êrîşa li Navenda Giştî ya HDP’ê jî ev e. Jixwe dizanin HDP partiya jinan e, ji ber vê ye ku êrîşên herî qirêj û hovane di serî de li jinên kurd û di şexsê wan de li hemû jinan dikin. Dixwazin di şexsê jinên xwedî îrade de civakê ji civakbûnê derxin û biçilmisînin. Di kesayeta Ayşe Acar Başaran de ji jinan re dibêjin ‘’ziman dirêj”. Belê jin dê hertim li dijî hovîtî û bêhiqûqiyê ziman tûj û dirêj bin, dê li dijî fen, neheqî, zordarî û qirêjiya pergala mêr-dewletiyê bi zimanekî tund û dirêj qirêjiya pergala mêr-dewletê li rûyê wê bixin. Yanî bi “dijminatî” nêz dibin, bi awayekî demokratîk dê tu carî nikaribin tev bigerin, lewre ev meziyet di karektera wan de tune ye, dê her bixwazin bi dek û dolaban, bi lîstikên qirêj jin, kurdan û dostên wan têk bibin. HDP û kurd tenê ne bi xêra navan li ser piyan in, jin, kurd û dostên wan dê di her şert û mercan de li her qadên têkoşînê li ber xwe bidin û têkoşîna azadiyê bidomînin.

Îro li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tu partiyên din bi vî awayî ne di bin zordariyê de ne, îro tu endam, hevserok û wekîlên partiyên din bi qasî yên HDP’ê ne di zindanan de ne. Tişteke ku kurd winda bikin tune ye ji bilî berxwedanê û ji bilî hêviya jiyaneke azad û birûmet. Bi kurt û kurmancî; ya diyarker û bi ser bikeve vîn û xwebûna gel e, gel jî hertim li xwe xwedî derket û dê derdikeve.