spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend Mizgîn 30 salin bi awaza xwe dijî

Hunermenda kurd Gurbet Aydin (Şehîd Mizgîn Aydin) 30 sal berê di 11’ê gulana 1992’yan de, di bin dorpêça leşkerên tirk de şer kir û piştî şerekî dijwar jiyana xwe ji dest da. Mîzgîn bû kesayeteke pêşeng û li huner, ziman û çanda kevnar xwedî derket. 30 salin bi awaz û sewta xwe di dilê gel de dijî.

Hunermend Mizgîn Aydin sala 1962’yan li gundê Bilêyder ê Êlihê hate dinê. Hê ji temenê biçûk ve jiyana şoreşgerî û Têkoşîn Azadiya Kurdistanê nas kir û tev li tevgerê bû. Li gelek qadan kar kiriye. Piştî darbeya 12’ê Îlonê û şûnde di demên xeter de li Bakur tevlî kar bû. Li zindanan serdana Mezlûm Dogan dikir. Ji bo têkiliyên bi derve re çêbike, kuryetî dikir. Dema ku mercên karkirinê nema, derbasî Ewropa bû. Li vir cihê xwe di nava xebatên çand û hunerê de girt. Li gel Şehîd Sefkan, di avakirina Hunerkom û Koma Berxwedan de cihê xwe girt. Di pêşxistina çand û hunera kurd a li ser xeta Apoyî de xwedî kedek mezin e. Hunermend Mizgîn Aydin li Ewropayê demek dirêj xebatên çand û hunerê bi rêve bir. Li qada Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perwerde dît.

Mizgîn Aydin piştî li cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perwerde bû, derbasî welat bû. Di mercên herî giran de têkoşiya. Bû yek ji fermandara yekem a jin li eyaleta Mêrdînê kar kir. Piştre derbasî xeta Xarzanê bû. Li qada Tetewanê têkiliyek xurt bi gel re çêkir. Mizgîn Aydin di serî de bi jin û bi gel re têkilî xurt kir. Sûda gelek mezin da şoreşa Kurdistanê. Di 11’ê gulana 1992’yan de di şereke bi artêşa tirk re heta dawî şer kir û di şer de jiyana xwe ji dest da. Hunermend û Hozan Mizgîn Aydin, bi qasî jiyan û têkoşîna xwe bi berxwedana xwe ya lehengî û hunera xwe jî tê nasîn. Bi hezaran zarokên kurd navê wê rakirine. Dengê wê yê xweş û bi bandor bi hezaran ciwanên kurd tevli nava refên şoreşê kiriye.

Li diji qirkirina çandê bû seknek dîrokî

Hunermend Mîzgîn Aydin li hember qirkirina çandî, sekneke dîrokî pêş xist. Îro li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hunermend Mizgîn hene. Li hember dagirkeran bi şerê xwe huner afirand. Bi hezaran jin bi navê Mizgînê ber bi refên azadiyê ve meşiyan û di şexsê hozan Mîzgîn de fermandariya şer û hunera azadiyê mezin dikin. Heta niha hunermend Mizgîn, Sefkan, Sîpan, Sarya, Berçem, Xelîl, Delîla, Ronahî û Yekta yên pêşengiya hunerê dikirin di şer de jiyana xwe ji dest dan. Di nava şer de bûn pêşengê çand û hunerê.

Bi stranên xwe di dilê hemû kurdan de dijî

Mizgîn Aydin, bi sekin, xebat, disiplîn û bi yekpareyî bi şêwazê jiyana xwe, çû kîjan deverê, ket dilê her mirovî, di hişê wan de cih girt. Bi kesayetiya xwe ya cihêreng rêya hunerê ronî kir. Bû kesayetek pêşeng a îdeolojiya azadiya jinê. Ew şoreşgerke girêdayî gel û heskirya walatê xwe bû. Ew bi deng û bi hunera xwe ya rast mîna hunermendekê, bû xwedî kesayeteke nemir. Bi strandina berhemên ‘Çemê Hêzil’, ‘Gundino Hawar’ û gelek berhemên din Mizgîn di dilê hemû kurdan de dijî.

Hunermenda kurd Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) 30 sal in, bi stran û awazên xwe di dilê her kurdekî de dijî. Pêşeng, şoreşger û hunermenda gelê Kurd bi sekn û dengê xwe bi du xeta çanda şoreşgerî meşiya ku dengê wê ket guhên gelê kurd. Her kes wê bi çarika serê wê ya spî, sekn û dengê wê nasî.

30 sal derbas bûn, lê heya niha jî stranên Hozan Mizgîn li malên kurdan, li çiyayên Kurdistanê tên guhdar kirin. Piştî şahadeta Hozan Mizgîn, Şehîd Hozan Serhat wê bi navê “Mizgîn’a çeleng, xwedî nav û deng” bi bîr anî.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li ser kesayet û sekna Hozan Mizgîn van tiştan dibêje: “Ew keçeke ji aliyê PKK’ê ve hat afirandin. Hevaleke me bû ku di temenê xwe yê biçûk de tev li me bû. Keçeke ku layiqî PKK’ê bû. Keça ku tu carî berovajî xeta PKK’ê nebû.”

Birayê Hozan Mizgîn, Şehmûs Aydin bi mûnasebeta salvegera 30`yemîn a şehadeta şehîd Mizgîn behsa kesayeta wê kir: “Dilê Mizgîn bi rehm bû. Pir henek dikir. Civakî bû. Têkiliyên wê gelekî baş bûn. Ji xwûşka min zêdetir em wekî heval bûn. Dema li mal bû helbestên kurdî dinivîsî. Wan helbestên xwe jî ji bo ku dijmin nebîne ku kurdî qedexe bû di lingê kursiyan de diveşart. Gelek caran li mal distra. Her strana `Herne Pêş` distirî.”

Di serdema Kenan Ewren de Newroz pîroz kir

Aydin, yek ji bîranînên bi Hozan Mizgîn re ku qet ji bîr nake wiha parve kir: “Dema Kenan Evren, derketina derve qadexe bû. Şêva Newrozê bû. Mizgîn digot `divê ez îşev Newrozê pîroz bikim.` Lênûs, rojname û bi rûpelan kom kir û şewitand. Got, ev ji destê me tê, em ê îsal jî Newroza xwe bi vî şêwazî pîroz bikin. Hozan Mizgîn di ciwantiya xwe de rêxistin naskiriye ku her di malên jinan de xwebirêxistin kiriye, xebat daye meşandin. Ji jnan re her pirtûk dixwend, digot bila herkes vê doza me binase.  Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku kurd ji bindestiyê rizgar bibin.  Beriya şehîd bikeve bi çend rojan bi rêya telefonê em axivîn. Me gelek xwest wê bibînin lê rewşa heyî destûr neda. Heya niha jî dengê Mizgîn di guhê min de ye. Mizgîn di dilê kurdan de cihekî baş û xweş hişt.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê