17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Festîval Filmên Kurdî ya Parîsê dê destpê bike

Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê ya duyemîn îsal di navbera 4-7’ê gulanê de wê bê lidarxistin. Di festîvalê de gelek fîlmên derhênerên kurd ên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene. Festîvala duyem dê li salona ‘’Centre Wallonie-Bruxelles’’ ya li Parîsê li dar bikeve.

Di 4’ê gulanê saet 19’an de bi nîşandayîna fîlmê derhêner Mano Xelîl ê bi navê ‘Cîran’ dê festîval dest pê bike û 7e gulanê saet 20’00’an de bi nîşandayîna fîlmê derhêner Şewket Emîn Korkî ê bi navê ‘Ezmûn’ bi dawî bibe.

Ji bilî van di nav bernameyê de fîlmên metrajdirêj ên wekî ‘Klama Dayika Min’- Erol Mîntaş, ‘Xalko’ – Sami Mermer et Hind, ‘Govenda Alî û Zîn’-Derhêner Mehmet Ali Konar, ‘Bîranîna Hespê Reş’-Derhêner Şahram Alîdî hene.

Festîval bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemayê ya Franko-kurd ‘CinéBej’ tê sazkirin. Her wiha Wezareta Çandî û Şaredariya Parîsê jî piştgirî dide festîvalê.