5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD, DBP û HDP wê di 1’ê Gulanê de li qadan bin

KCD, DBP, HDP û rêxistinên civakî yên Amedê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê di  1’ê Gulanê de li qadan bin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD’ê) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, nûner û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, bi munasebeta 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat bi zimanên kurdî û tirkî daxuyaniyek hevpar dan. Nûnerên ESP, TJA, KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, DTO û gelek nûnerên partî û saziyên kedê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk, diyar kir ku polîtîkayên zext, çewisandin û qetlîamê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî kedkar, karker, jin, gel û nasnameyên li Kurdistan û Anatoliyayê her ku diçe girantir dibe û wiha got: “Di 40 salên dawî de me dît ku polîtîkayên şer ên ku bi destê hikûmetan ve pêk hatin, welat xist nava krîza aborî. Bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bi kar anîna polîtîkayên ‘ewlekariyê’ pirsgirêk kûrtir kir.

‘Em ê li qadan bin

Ozturk anî ziman ku 1’ê Gulanê roja hemû kedkar û karkeran e û wiha bi dawî kir: “1’ê Gulanê; nasnameya wan a etnîkî û olî çi dibe bila bibe, roja têkoşîna hevpar a karker, gundî û kedkaran e. Em bang li her kesê ku alîgirê kedê ne dikin ku bi ziman, nasname û rengên xwe, li dijî talankirin û mêtingeriyê li qadên Tirkiye û Kurdistanê, cihê xwe bigrin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar ên bi temînkirina tenduristî û ewlehiya karkeran a li cîhên kar; ji bo rawestandina îstismarkirina karkerên koçber a bi keda erzan, bidawîkirina xebata zarokan û qîrîna maf û azadiya îfadeyê; ji bo qîrîna daxwaza aştî û wekhêviya li Rojhilata Navîn, çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd a li ser esasê wekhevî û azadiyê, ji bo têkoşîna li dijî betaliyê ji ber krîza aborî, mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, avakirina biratiya gelan û yekitiya kedkar û karkeran; em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”