28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe

Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 413’an de berdewam kir. Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kiribûn. Di êrîşê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi boneya kujer bên girtin û darizandin ji 9’ê adara 2021’ê heta niha bê navber çalakiya xwe berdewam dikin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe 413 roj in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin û dixwazin kujer bên darizandin.

Malbat, her roj di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê tên ber deriyê Edliyeya Rihayê û nobedê digirin. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî ev peyam parve kir: “Dewletê qebûl kir ku bi bikaranîna hêza siyasî re li dijî malbata me komkujiyeke biorganîze hatiye kirin. Di bûyerê de em weke qurbanî hatin hilbijartin. Ji me 3 kes şehîd bûn. Bila Fadil Şenyaşar ê dîl hatiye girtin jî were berdan. Bila zilma li pêşiya edliyeyê bi dawî bibe.”

Di 22’ê Nîsanê de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin

Di 22’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna der barê komkujiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatibû de û nêzî 4 sal bûn bi awayekî veşarî dihat domandin, bavê parlamenterê AKP’ê Halîl Îbrahîm Yildiz Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah û Şegsîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Bi talîmata dozgerê dozê biryara binçavkirina 43 kesan hatiye dayîn. Piştî binçavkirinê 10 kes di bin dorpêça polisan de ji midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bavê Yildiz Osman Yildiz û biraziyê wî Osman Şah Yildiz hatin berdan. 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di encama danişîna ku heta derengiya şevê berdewam kir de kekê Yildiz Celal Yildiz, Îbrahîm Şîmşek, Mikaîl Şîmşek û Muslum Yildiz bi sûcê “kuştina zanebûn” , “birîndarkirina nazebûn” û “tunekirina delîlan” hatin girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.