12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên siyasî li dijî êrîşan bertek nîşan dan

PYD`ê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi her du şaxên xwe yên li Helebê û Idlibê, êrişên dewleta tirk û hevalbendên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Nûnerên partiyên siyasî yên Minbicê li ber avahiya PYD’ê kom bûn û bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe li hemberî sûcên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveber ê PYD’ê Mehmûd Cimo ve hat xwendin.

Mehmûd Cimo got ku: “Roj bi roj serkeftinên Rêveberiya Xweser zêde dibin, li beramberî wê kîna Erdogan a li hemberî gelên herêman zêdetir dibe. Ji ber vê yekê dixwaze vîna gelên ku li dijî DAIŞ`ê bi ser ketin, bişkîne.”

Cimo diyar kir ku siyaseta dewleta tirk bi ya qetilkirin û wêrankirinê destpê dike û ev tişt anî ziman: “Pêşiyan wan jî gelên wek suryan, ermenî, rûm û hwd. qetilkirine. Her wiha li dijî ermenî kurdan komkujî pêk anîne. Vê yekê jî li pêşberî çavên cıvata navneteweyî, mafên mirovan û hêzên navneteweyî dikin.”

Endamê rêveber ê PYD’ê Mehmûd Cimo bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor kirin ku ku dawî li êrişên dewleta tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin û got: “Em ê jî bi vîna gelê xwe destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi keda şehîdan bidest xistine, projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan biparêzin.”