11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê

Artêşa tirk di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi şerê li herêma Parastina Medyayê kiribû. Di çarçoveya operasyonê de li herêmê şerekî dijwar diqewime. Tê gotin ku di encama pevçûnan de heta niha gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, 4 roj berê cenazeyên 80 leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Gever a Colemêrgê. Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî kar û barên li Geverê jî ev cenaze li Balafirgeha Selahattîn Eyubî ya Geverê şandin Enqereyê.

Leşkerên ku di şer de birîndar bûn jî li nexweşxaneya ku li herêma Oremarê hatiye avakirin tên dermankirin. Ji ber ku hejmara leşkerên birîndar gelek zêde ye, leşkerên birîndar û yên hatine kuştin derbasî Nexweşxaneyên Dewletê yên Çelê û Colemêrgê hatin kirin.