17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: Me 11 helîkopter derb kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a hefteyekê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di navbera 17 û 24`ê nîsanê de, gerîla 152 çalakî kirine. Di çalakiyan de 218 leşker hatin kuştin. Artêşê di şer de 7 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê şeva 17’ê nîsanê li ser herêmên Avaşîn û Zapê dest bi êrişeke berfireh kir û ev agahî parve kir: “Ev êrişa dagirkeriyê êriş an jî operasyoneke ji rêzê nîne, di asta şerê navbera dewletan de rewşa şerekî topyekûn e. Êrişa dagirkeriyê destpêkê 14’ê nîsanê bi bombardûmana giran destpê kir. Artêşa tirk şeva 17’ê nîsanê li gel bombardûmana bi helîkopterên êrişê hewl da hêzên leşkerî bi helîkopteran li qadên gerîla deyne. Hêzên me bersiva pêwîst dan, dest li helîkopteran werdan û li gelek qadan nehiştin ku dagirker xwe deynin. Ev hemû hewldan li destwerdana hêzên me rast hatin û di encamê de derb li 11 helîkopteran hate xistin.

Dewleta Tirk piştgirî ji PDK’ê wergirt û êrişa li ser herêma Zapê ji ser xeta Barmernê-Amediyê-Dêrelokê yên di bin kontrola PDK’ê de ne, kir. PDK’ê bi rengekî eşkere rê da ku ji pişt ve xençer li qadên gerîla bê xistin.”

Ragihandina HPG’ê da zanîn ku di vê pêvajoya şer de 11 hevalên wan li Zap û Avaşînê jiyana xwe ji dest dane. Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer jî aşkere kir û ev agahi dan:

“Bîlançoya şer a di navbera 17’ê Nîsanê û 24’ê Nîsanê de; 3 çalakiyên ku hêzên xwe xwe bera nav dagirkeran dane. 3 çalakiyên serdegirtinê. 7 çalakiyên bi koordîne û hemdem ên gerîlayan. 23 çalakiyên sûîkastê. 29 çalakiyên bi çekên giran. 29 çalakiyên sabotajê. 58 çalakiyên şer û derblêdanê. Bi giştî gerîlayan 152 çalakî kirine.

Êrişên artêşa tirk kirine;

Bi qasî ku hêzên me tespît kirine Qadên Berxwedanê di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê 387 caran hatine bomberdûmankirin. Bi helîkopterên êrişê û obusan 243 caran bomberdûman hatiye kirin. 7 caran bi gaza kîmyewî çeperên şer ên hêzên me hatine bomberdûmankirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

218 dagirker hatine cezakirin. 48 dagirker birîndar bûne.

Malzeme û alavên ku hêzên me ew îmha kirine;

4 Dron. Pergalekeke kamerayê ya mobeseyê. Çekeke BKC. Çeperek hatiye îmhakirin.

Wesayîtên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan dane;

Droneyek û 11 helîkopter.”