4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Olçen: Ev şer dê bibe dawiya faşîzma hikûmeta Tirkiyeyê

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê re li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi şerekî fireh kir. Şerê li herêmê didome. Heta niha gelek leşker di şer de hatin kuştin. Beriya şer dest pê bike, Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hîkmet Fidan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê şer dest pê kir. Bertek û nerazibûnên li dijî şer û hevkariya PDK û AKP’ê zêde dibin. Rojnameger Ramazan Olçen, li ser hevkariya PDK û AKP’ê nirxandin kir.

Olçen, ewil wêneyê di hevdîtina Mesrur Barzanî û Tayyip Erdogan de derket nirxand û wiha got: “Der barê PDK’ê de gelek caran rêveberiya Tevgera Azadiyê daxuyanî dan. Qala mutabakata di sala 1983’an de ku di nava xwe de çêkirin, kir. Lê her çend qala rîayeta pê vê peymana ku hatiye îmzekirin bikin jî lê PDK bi siyaseta xwe ji roja hatiye damezirandin û vir ve bi roleke neyînî ji bo kurd û Kurdistanê radibe. Di dîroka xwe de neyînî tev geriya ye. Mirov vê yekê li Mahabadê dibîne. Mirov di raporînên li başûrê Kurdistanê de pêş ket dibîne. Di sala 1975’an de PDK’ê zerarek mezin daye gelê kurd. Ev yek digêje heta salên 1980’yî.”

‘PDK piştî salên 1990’î ji bo tunekirina PKK’ê tev geriya’  

Olçen, bal kişand ser helwesta PDK’ê ya piştî salên 1990’î jî û wiha berdewam kir: “Piştî salên 1990’î ev helwesta PDK’ê veguherî şerekî li dijî PKK’ê. Li ser tunekirina PKK’ê tev geriya ye. Lazim e mirov bibîr bixe ku Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî bixwe wê demê ji Serokwezîrê tirk re digot ‘PKK dijminê min e. Hûnê bibînin ka ezê çi bînim serê PKK’ê’. Ji wê demê heta niha ew tersê siyasetê didome. Ji Mesût Barzanî bigire heta Neçîrvan Barzanî û Heta Mesrûr Barzanî didome. Dîsa salên 1990’î de di rojnameya Hurriyetê ya bi destûra wê ‘Tirkiye ya tirkan e’  li Tirkiyeyê te çapkirin de, mulaqatek Mesûr Barzanî heye. Barzanî dibêje; ‘Bi me xweştir e ku em eyaleteke li ser Tirkiyeyê bin. Ne eyaleteke di nava Iraqê de be. Em dibînin ku ev zîhniyet, îro zêdetir li gel Tirkiyeyê dixwaze kurd û Kurdistanê tune bike. Bi dewleta tirkan re têkiliya xwe kûrtir kiriye.”

‘Tirkiye wekî endamekî îstîxbaratê li Barzanî dinere’

Olçen, qala wêneyê Mesrûr Barzanî yê li pêşberî Serokê MÎT’ê Hîkmet Firan rûniştiye jî kir û wiha axivî: “Beriya ku Mesûr Barzanî bibe Serokê Herêmê, li ser îstîxbarata Başûr bû. Di çavê dewleta tirk de ew pozîsyona Barzanî hê jî neguheriye. Tirkiye hê jî wekî endamekî îstîxbaratê li Mesrûr Barzanî dinere. Di protokolê dewletê de di asta îstîxbaratê de nêzîk dibin. Di asta sîxuriyê de têkiliyê pê re datînin.  Di nezara dewleta tirk de asteke ji bo Barzanî hatiye destnîşankirin tune ye.”

Olçen, li ser rola ku dane PDK’ê jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Mesrûr Barzanî jî bi wê ajandaya ku li Tirkiyeyê xist bin çengê xwe û ji bo dijberiya gelê kurd bike çû Brîtanyayê. Brîtanya emelê xwe li ser Rojhilata Navîn kur in û Tevgera Azadiyê li pêş xwe wekî asteng dibîne. Ji ber vê yekê her tim dixwaze per û paskê tevgera azadiyê bê şikandin. Ji ber vê yekê rolek xerab dane PDK’ê. Rolek dane PDK’ê. Lê mixabin serkirdeyên PDK’ê jî bi hezkirinek mezin daxwazin vê rola xwe pêk bînin. Gerîla ji bo ev şer venegere şerê di navbera kurd û kurd de li Kurdistanê bi baldar tev digerin. Lê ev feraseta PDK’ê heta ku bimeşe nediyar e. Xuya ye ev êrîş ne ji rêzê ye. Armanc û projeya wê mezin e. Mirov nizane ev şer dê biçe li ku asê bibe. PDK pir dixwaze ku xwîna kurd birije. Ji ber vê yekê di nava lîstikên mezin de ye.”

‘Kesên bertek nîşan didin divê êdî ji odeyan derkevin’

Olçen li ser helwesta partiyên kurdan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em dibînin ku ev faşîzm bi hejandina tiliyan têk naçe. Bi daxuyaniyan faşîzm nayê ser rêya rast û pazîsyon siyaseta xwe naguherîne. Êrîşkariya xwe ranawestîne. Kesên bertek nîşan didin êdî divê ji odeyan derkevin.  Di 23’ê nîsana 2021’ê de dîsa êrîşeke pir dijwar pêk hatibû. Dîsa salvegera êrîşa Zap, Avaşîn û Metîna ye. Salek di ser êrîşê re derbas bû. Dîsa dixwazin êrîşek mezintir û topyekun pêş bixin.  Sala par hunermendan înîsiyatif ava kirin. Tevgera kurd li Bakur heyet ava kirin û şandin başûrê Kurdistanê. Ketin nava liv û tevgerê. Lê ev helwesta îsal ji ya sal dijwartir e. Ji ber vê yekê divê ev ruhê bê avakirin ji yê sala par mezintir e. Di ser Newroza îsal re mehek derbas bû. Ew enerjiya di Newrozê de derket holê, ew pêşengî bi awayekî rast bê nîşandan û qetereya li pêş me bi awayekî rast bê dîtin. Di aliyê gel de tu pirsgirêk tune. Gel dê bi awayekî rast bertekên xwe bîne ziman. Li Bakur ji faşîzma AKP-MHP’ê xerabtir tune. Lê em dibînin gel bi helwest û bertekên xwe dikare vê faşîzmê rawestîne. Li Amedê Tifaqa Kurdistanê daxuyanî da. Ew pêkhate bi rol û rista xwe rabin û pêşengiyek rast bilîzin dê karibin pêşî li vê yeke bigirin. Pêşengiyek rast a gel bikin û yên nehatin difaqê jî wan arasteyî tifaqê bikin û diyar bikin ku îro yên neyên difaqê dîrok dê wan mahkûm bike. Îro ne roja mirov di nava erê-nayê de bisekine. Îro faşîzmê li dijî kurd û Kurdistanê dest bi êrîşek dijwar kiriye. Dixwazin hedefên xwe yên Neo Osmanî pek bîne. Di bin navê Mîsakî Mîlî de dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê armanc dike. Eger armanc wisa be, wê demê hem tifaqa kurd û hem jî hêzên demokrasiyê, dîsa çepgir, demokrat, antî kapîtalîst û kesên oldar divê bi hevre li dijî vê konseptê rawestin. Divê her kes bizanibe ku AKP-MHP hemû qirêjiya xwe di bin vî şerî de veşêre. Faşîzma xwe mayinde bike, talan bike, rantê bixwe. Li aliyekî dixwaze kurdan tune bike. Li aliyê din jî dixwaze faşîzmê sazûman bike.”

‘Gelê Şeladizê rabû ser piyan, lê PDK bû asteng’

Rojnamevan Ramazan Olçen, bal kişand ser rewşa gelê Başûr jî û wiha got: “2 sal berê li Şêladizê dema dewleta tirk bombe li ser xelkê sivîl barand, gelê Şeladizê rabû bi ser barageha tirk de girt. Tang şewitand. Barageh şewitand. Lê mixabin rêveberiya Başûr rabû nêzî 100 welatiyên Şeladizê girtin. Ew doz hêj didomin. Hê jî bi dehan şêniyên Şeladizê girtî ne. Li gel vê yekê ji Şeladizê heta Hewler û Silêmaniyê nerazibûnek mezin a gel heye. Bertek heye. Lê li gorî vê rewşê ev helwest û bertek têrê nake. Armanca êrîşê pir mezin e. Dewleta tirk dikeve ku êdî dernakeve. Mînak Qibris. Dewleta tirk ketiye Qibrisê êdî dernakeve. Em dibînin li wir çi dike. Lê dema em li Başûr dinerin, eger dewleta tirk têkeve Başûr wê li wir jî xwe mayînde bike û tiştên xerabtir bîne serê gel. Li başûr raste rast şer heye. Li aliyê din li Başûr di mala her kurdekî de çek heye. Îro li dijî şer di destê mirov de çi alav û amûr hebe divê mirov wê yekê bikar bine. Îro dema gerîla bê lawazkirin, dê êrîşên li ser gel zêdetir bibe. Ji ber vê yekê divê li çar aliyên Kurdistan, gel berterên xwe zêdetir bike. Beriya şer dest pê bike li herêma Behdinanê 12 ciwan girt. Dewleta tirk çi anî serê wan ciwanan aqûbeta wan nediyar e. Kengî dixwazin dikevin bajaran, kengî dixwazin şer pêk tînin. Di dema referanduma 2017’an de tang û topên xwe anîn ser sînor. Gotin em ê waneyê xwe bigirin û we birçî bihêlin. Gotin em ê we bifetisînin. Lê îro rêveberiya başûr bi destê xwe bang wan dike û dibêje werin baragehan çêkin. Ev ji îxanetê wêdetir e. Ji ber vê yekê divê gelê başûr helwestek rast û xurt nîşan bide. Îro çavê her kesî li başûrê Kurdistanê ye. Xelkê herêmê di 2008’an de helwesta xwe li dijî tang û topan nîşan dan.”

‘Çapemeniya PDK û hawiz ji aliyê Qesra Erdogan ve tê rêvebirin’

Olçen li ser nêzîkatiya çapemeniya PDK’ê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Çapemeniya tirk û ya AKP’ê ji aliyê navendê ve tên birêvebirin. Nedîtina geşedanan a çapemeniyê yek ji taktîkên dewleta tirk e. Eger encamek xurt bi dest xistibûna dê medya pir zêde derxista pêş. Lê li vir li berxwedana gerîlla rast hatin. Ji ber vê yekê nedan. Ev şerekî demdirêj e. Li aliyekî darbeyên ji gerîla dixwe, li aliyê din şer didome. Dixwaze şer li demê belav bike û vî şerî rûtîn bike. Çapemeniya PDK’ê û ya navendî ya Tirkiyeyê jî ji aliyê qesra Erdogan ve tên rêvebirin. Qesra Erdogan manşetan jî davêje, şirovekaran jî diyar dikin. Sala par hedefa wan di 3 mehan de bigêjin Qendilê bû. Ev plana wan hêj didome. Ji bo hikûmeta tirk şerê man û nemanê ye. Ji bo gelê kurd şerê hebûn û azadiyê ye. Hikûmeta tirk bi ser nekeve dê hilweşe. Ev şer wê bibe dawiya faşîzma hikûmeta tirk. Dema gel û gêrîla bû yek, ew gayê faşîzmê bikeve erdê. NANO Tirkiyeyê wekî gayekî dişîn ser şer. Dema ew ga bikeve, dê berî her kesî NATO kêra xwe bavêjin stu û serê wî gajî jêkin.