5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Parastina Iraqê bi parastina Şengalê pêkan e’

Ji 17’ê nisanê ve dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dewletên hegemon êrîşên xwe ji çar aliyan ve didomîne. Ji 17’ê nîsanê ve li herêma Zapê, Kobanê û Şengalê hewl dide destkeftiyên kurdan ji holê rake. Li Rojava alîkariya rejîma Şamê, li Başûr jî bi alîkariya PDK û hikûmeta Iraqê dixwaze êrîşî Zap, Kurêjahro û asayîşa Rêveberiya Xweser a Şengalê dike.

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen li ser rewşa Iraqê, li ser êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Hêzên Parastina Şengalê û êrîşen dewleta tirk bi Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku Parastin Iraqê bi parastina Şengalê pêkan e.

Riham Hesen diyar kir ku artêşa Iraqê li Dîgorê xwest li ser asayîşa Ezîdxanê bigre û wiha got: “Dewleta tirk û PDK’ê di 17’ê nîsanê de êrîş birin ser qadên Medyayê, di 18’ê mehê de jî li Şengalê jî êrîşî asayîşa Şengalê kirin. Ev herdû êrîş jî ji hev ne qut in. Piştî peymana 9’ê cotmehê hewil didin wê tifaqa xwe pêk bînin.”

Hesen bal kişand ser armanca êrîşan Tirkiyeyê da zanîn ku armanca wan ne tene hedefgirtina Şengalê ye û wiha anî ziman: “Daxwaza dewleta tirk çawa êrîş li ser sînorên başurê Kurdistanê dike heman demî êrîşî Musulê jî dike. Cardin êrîşî Şengalê dike. Hedefa wan ya esasî li hevkirinên wan ên di dema hevpeymana Lozanê de ye. Dixwazin wan axan desteser bike. Lê cihê ku gerîla lê li berxwe dide, gel hişyar bûye û ketiye ferqa planên wan. Vê yekê qebûl nake û ji wan re serî nadayne. Tişta ku mirov herî zêde matmayî dihêle hikûmeta Iraqê çawa dibe ji vê yekê re bêdeng e? Hedefa PDK, dewleta tirk wê nîzama Osmanî vegerînin li Iraqê jî. Lê li Iraqê jî hêj gelek tev li hevî heye. Hikûmeta Iraqê nehatiye ava kirin. Hikûmeta tirk ji vê firsend û derfetan digre da ku van ciyan tev li axa xwe bike.”

Riham Hesen bal kişand ser bêdengiya Iraqê ya li hemberî van êrîşan û wiha domand: “Bêdengiya Iraqê ji ber parçebûyîna nav xweyî ye. Hê jî hikûmet ava nebûye. Piştî hilbijartin pêk hatin heta niha jî ji ber zext û êrîşan ên wek dewletên tirk jî nehatiye avakirin. Dewleta tirk her dixwaze Iraq tevlîhev be û bimîne, dixwaze her alozî hebe da ku Iraq venegere dewletekî xwedî bi hêz. Tirkiye ji aloziyên li Irawê sûdê werdigre.”

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen destnîşan kir ku di sala 2014’an de çawa ku bi parastina Şengalê ya ji DAIŞ’ê, parastina tevahiya Iraqê jî hatibe kirin îro jî heman tişt derbasdar e û wiha got: “Li her aliyek Şengalê xwîn hat rijandin, bedel hatin dayîn. Şengalê bi xwîna xwe rizgar kirin. Şengal ji xwe parçeyek ji Iraqê ye, lê rûxmê vê rastiyê artêşa Iraqê wê demê xwe li hemberî vê axê, vê civakê bi berpirsiyar nedît. Parastina wê demê ji bo azadkirina Şengalê hat dayîn pêvajoyeke dîrokî ye ku divê Iraq pê serbilind bûba. Di dema ku êrîşên DAIŞ’ê pêkhatin de ger berxwedan nebûya dê Şengal hatiba dagirkirinê û dê tevahiya Iraqê jî ketiba bin xetereyan.”

Riham Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her çiqas ku gelê êzidî ji fermanên giran derbasbûn jî îro bi her awayî dê li ber xwe bidin û ev tişt anî ziman: “Hikumeta Iraqê heta niha jî ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re ne bûye alîkar. Di şûna ji civakê re bibin alîkar zextan zêdetir dikin û îradeya heyî jî dixwaze tune bike. Wek Rêveberiya Xweser hem helwest û hem jî soza me diyar e. Heta dawiyê jî em li pey soza xwe ne. Li ser vê bingehê em bangê li aliyên siyasî dikin ku hevkariya bi tirkan re qebûl nekin, dagirkirinê qebûl nekin.”